Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Eve, ji êş û bêhêvîtiyên ku ji maceraya extiyariya min hatî re ji îman û Qur’anê teselliyên pîroz hatin hawarê, bi wan teseliyan ez saleke herî gebsoyî ya vê extiyariya xwe bi deh salên xweştirîn ên xortaniya xwe nadim. Xusûsen, ji ber ku di girtîgehê de yê nimêja xwe ya ferz bike û tobe bike her saeteka wî dikeve şûna deh saetan û her rojeka fanî ya di nexweşî û mezlûmiyetê de derbasbûyî ji aliyê xêrê ve deh roj ‘emrê baqî dide qezenckirin, eva hanê ji merivekî wekî min ê li ber deriyê gorê nobeta xwe digre re çiqas sebeba şukrê ye, min ji wê îxtarê zanî, min got “Şukrê bêhed bo Rebê min.” Û keyfa min ji extiyariya min re hatê û ez ji girtîgeha xwe razî bûm. Ji ber ku temen nasekine, bilez diçe. Eger bi xweşî û bi ferahê here, ji ber ku zewala lezetê elem e, hem teesuf, hem bi bêşukriyê, bixeflet wê hinek guneh li dewsa xwe bihêle û fanî bibe, here. Eger di girtîgehê de û bizehmet here, ji ber ku zewala elemê lezeteke manewî ye, hem ji ber ku cûreyeke îbadetî tê hesibandin, ji aliyekê ve baqî dimîne û bi mêweyên xwe yên xêrdar ‘emrekî baqî dide qezenckirin. Dibe kefaretî gunehên berê û wan xetayên ku bûne sebebê girtîgehê, wana paqij dike. Li gorî vê nêrînê, ew mehbûsên ku ferza xwe bikin divê di nav sebrê de şukir bikin.

   RICAYA ŞAZDEHEMÎN: Demekê, di wextê extiyariyê de ji girtîgeha Eskîşehîrê min saleke ceza kişand û derketim. Ez surgûnî Kastamonuyê kirim. Du sê mehan ez li polîsxaneyê kirim mêvan. Munzewiyekî wekî min ê ku ji hevdîtina dostên xwe yên dilsoz dilteng dibe û merivekî ku nekare tebdîla qiyafetê rabigre, li derên wisa wê çiqas ezabî bikêşe tê fêmkirin. Ku ez di vê bêhêvîtiyê de bûm, ji nişka ve înayeta îlahî li hawara extiyariya min hat. Komîserê li wê polîsxanê digel polîsan bûne dostên dilsoz. Wek çawa ji bo ku şewqeyê bidim serê xwe tu carî ez hişyar nekirim, wek ku xizmetkarên min bin, dema min dixwest ez li derdora bajêr digerandim. Paşê ez çûme medreseya Nûriye ya Kastamonuyê ya pêşberî polisxaneyê û min dest bi nivîsîna Nûrê kir. Şagirtên Nûrê yên qehreman ên wekî Feyzî, Emîn, Hilmî, Sadiq, Nezîf, Selahedîn ji boyî neşra Nûrê û teksîra wê li medreseyê dewam kirin. Wana muzakereyeke ilmî ya wisa hêja nîşan dan ku ji ya ku di xortaniya xwe de min bi xwendekarên xwe re derbas kirî rewşentir bû. Paşê neyarên me yên nihên kirin ku hin karmend û hin mela û şêxên egoîst dijberê me de bikevin ewhamê. Bûne wesîle ku şagirdên Nûrê yên ji pênc şeş parêzgehan hatîn li girtîgeha Denîzliyê, li wê medreseya Yûsifiyeyê kom bibin. Tefsîlata vê Ricaya

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat