Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   “Di wê stema ku mirov li te dikin bixwe de payeke mezin a qederê ku dadwerî bixwe ye, heye. Û di vê girtîgehê de rizqê te yê ku tu bixwî heye, wî rizqî gazî te kiriye bo vê derê. Pêwist e tu bi razîbûn û teslîmê muqbeleya wê bikî. Payeke mezin a hîkmet û rehmeta îlahî jî heye ku yên di vê girtîgehê de bên nûranîkirin û teseliyeke ji wan re bê dayîn û ji we re jî xêrê bide qezenckirin. Li hemberî vê payê jî, di nav sebrê de hezaran şukir pêwist e. Hem payeke nefsa te ya ku tu qusûrên wê nizanî jî heye. Li hember wê payê pêwist e tu îstîxfar û tobê bikî û ji nefsa xwe re wisa bêjî “te ev sîle jî heq kiriye.” Hem ji ber ku neyarên te yên nihên bi dekên xwe hin karmendên safdil û bedguman xapandine û sewqî wê stemê kirine, payeke wan jî di vê de heye. Li hemberî wê ew sîleyên manewî yên bidehşet ku Rîsaleê Nûrê li munafiqan xistiye, tola te bi temamî ji wan hilaniye. Ew besî wan e. Para herî dawî jî, karmendên fermî ne yên ku bilfiîl bûne wasîte. Li hember vê parê, di nêrîna wan a bi niyeta rexneyê, bivê-nevê û bêguman wê sûdê jê werbigrin, ji bo xatirê wê sûdjêwergrtina ji aliyê îmanê de, bi distûra

وَالْكَاظِمِينَ الْغَيْظَ وَالْعَافِينَ عَنِ النَّاسِ

iyê lêborîna wan alîcenabî ye.   

   Min jî bi kêfxweşî û şukreke zêde ya ji vê hişyariya dilsoz biryar da ku ez li vê medreseya Yûsifiyeyê ya nû bimînim, heta ji bo ku alîkariya yên dijberê xwe bikim ez tawaneke bêzerar a sebeba cezayê ji xwe re bikim. Hem ji yekî wekî min ê heftê û pênc salî, bêeleqe, ji heftê dostên wî yên ku ji wan hez dikir (tenê) pêncê wan li heyatê mayîn û heftê hezar nusxeyên Nûrê yên wezîfeya Nûrê bikin mayî û serbest digerin û ji dêl zimanekî tenê, birayên wî û warisên wî yên ku bi heftê zimanan xizmeta Nûrê bikin heyî, belê, ji yekî wisa re gor, sed qatî ji girtîgehê xêrtir e. Ev girtîgeh jî ji serbestbûna bêazadî ya di bin pêkutiyan (tehekum) de sed carî rehetir û feydedartir e. Ji ber ku derve de bi tena serê xwe pêkutiyên sedan karmendên eleqedar tê kişandin, di pêşberî vê de, di girtîgehê de digel sedan mehbûsan em mecbûrê wê ne ku tenê pêkutiyên sivik ên li ser meslehetê ku ji aliyê du zatên wek midûr û sergardiyan ve tên bikêşin. Di muqabilî wê de, li girtîgehê ji gelek dostan teltîf û teseliyên layiqî biratiyê ne, dibîne. Hem ku şefqeta Îslamiyetê û fitreta mirovayiyê, di vê rewşê de ji extiyaran re tê merhemetê, zehmeta girtîgehê vediguherîne rehmetê, ji ber wê, ez raziyê girtîgehê bûm.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat