Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

qanûnê bêqanûniyê dikin tawandarên esîl ew bin, li bahaneyên wisa geriyan ku bi bêbextî û bi derewên xwe yên ku ‘heçî seh bike bikenîne û heqperestan bigirîne’ nîşanî ehlê însafê da ku ji aliyê qanûn û heqê ve îmkanê bi dest naxin ku mudaxeleyê di Rîsaleê Nûrê û şagirdên wê bikin, ji ber wê dîn dibin.   

   Bi Kurtasî: Karmendên ku mehekê tecesusa me kirî ji ber ku tiştekî ku karibin bikin behane peyda nekirin pîsûleyek nivîsîn ku “Xizmetkarê Seîd ji dikanekê araq kiriye û ji wî re biriye.” Ji bo ku wê pisûleyê îmze bike tu kes peyda nekirin, paşê mirovekî hov û serxweş girtin û gefxwarane (tehdîtkarane) jê re gotin: “Were vê îmze bike.” Wî jî got: Li min tobe be! Kî dikare vê derewa ecêb îmze bike.” Û kir ku ew bêgav bibin ku pisûleyê biçirînin.   

   Nimûneya Duyemîn: Kesekî yê ez nizanim û niha jî ez wî nas nakim hespê xwe da min da ku min bigerîne. Ez jî, ji ber nerehetiya xwe, havînê, ekserê rojan, ji boyî bêhnvedanê du saetan digeriyam. Min soz dabû xwediyê wî hesp û erebeyê ku ez bihayê pêncî lîreyan kitêb bidimê -da ku prensîba min xera nebe û ez nekevim bin minetê- gelo ma qey hîç di vî karî de îhtimala zerarê heye? Halehal, hem walî, hem wezîfedarên dadgehê, hem leşker û hem polîsan pêncî carî ji min pirsîne ka “ew hesp ê kê bû?” Qaşo herwekî bûyereke mezin a ku hedîseya siyasî û asayişê eleqedar dike! Hetanî ji bo ku ev pirsana bi dawî bên du zatan, ji hemiyetê, yekî got “Hesp yê min e.”, yê dî jî got: “Erebe yan min e.” Ji ber ku wisa gotine herdu jî digel min tewqîf kirin. Wek van nimûneyan, me li gelek lîstikên ‘zarokan’ temaşe kir û em biken giriyan û me zanî ku yên têkilî şagirdên Rîsaleê Nûrê bibin wê bibin mesqere.   

   Diyalogeke letîf a ji wan nimûneyan: Ji ber ku di kaxeza min a tewqîfê de wek sebeb “xerakirina ewlehiyê” nivîsîbû, min hêj ew kaxez nedîtî min ji dozger re got: Şevê dî min xeybeta te kir. Min ji wî polîsê ku li ser navê midûrê emniyetê ez didame axaftin got ku: ‘Eger min bi qasî hezar dozgeran û bi qasî hezar midûrên emniyetê ji ewleyiya giştî ya vî welatî re xizmet nekiribe sê caran Xwedê min bikuje.’” Paşê, di vê demê de, di sermayê de, di vê hengama ku pêwistiya min gelek bi vesihanê (îstîrahet), bi necemidandinê, bi nefikirîna dinyayê heyî de, ez ji wan kesên ku bi awayekî ku xerez û qestê bidin îhsaskirin ez sewqî tehcîr û tecrît û tewqîf û tezyîqeke ku li ser tehemula min re bû, kirime gelek xeyidîm û gelek hêrs bûm. Înayetek li hawara min hat. Ji hêla manewî ve îxtareke wisa hat qelbê min:

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat