Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

me ya madî sed qatî bêhtir fayde da, telaşa me ya zehmetnak nehişt. Paşê munafiqên neyar ên nihên nezera diqeta hukumetê da ser şexsê min. Jiyana min a siyasî ya berê anîn bîra wan. Hem ji dadgehê re hem ji daîreya perwerdeyiyê re, hem ji leşkeriyê re, hem ji Wezareta Navxweyî re ewham çêkirin. Bizavên (cereyanên) partiyan û bi fîtkirina anarşîstan a di bin perdeya komunîstan de ew bedgumanî belav bû. Êdî dest bi pêstûriyê û tewqîfê kirin û rîsaleyên ku ketî destê wan de desteser kirin. Rawestinek ket fealiyeta şagirdên Nûrê. Bi armanca ku şexsê min pûç bikin, hin karmendan bê bextiyên ku kes bawer nekin kirin û hewl dan ku bêbextiyên ecêb belav bikin. Bes nekarîn bi tu kesî bidin bawerkirin. Paşê bi bahaneyên gelek adî di rojên sermaya dijwar a çileyê de ez tewqîf kirim û di qowûşeke mezin û gelek sar a bêsobe de du rojan ez di tecrîda mutleq de hepis kirim. Ez di menzela xwe ya biçûk de rojê çend sobe min vêdixist û di menqela min de her tim agir hebû (jî, digel wê çendê) ji ber bêmecalî û nexweşiyê min zor xwe digirt. Niha, di vê rewşa ku ji sermayê min ta girtibû û ez di diltengiyeke bidehşet û hêrsê de diperpitîm, bi înayeteke îlahî heqîqetek di qelbê min de înkîşaf kir. Ji hêla manewî ve: “Te navê medreseya Yûsifiye dabû girtîgehê.   

   Hem li Denîzliyê encamên wekî ji diltengiyê we hezar qatî bêhtir dilxweşî, hem kara manewî, hem îstifadekirina wan şagirtên li wir ji rîsaleyên Nûrê, hem futûhata (Rîsaleê) Nûrê ya di daîreyên mezin de, li şûna giliyê, hezaran şukir li we da kirin. Her saeteka we û diltengiyeka we kire şûna deh saet îbadetî, ew saetên fanî kirin baqî. Ku musîbetzedeyên di vê medreseya sêyemîn a Yûsifiye de ji Nûran sûd wergirtî û teselî bûyî bi izna Xwedê wê vê tiltengiya te ya sar û giran aram bike û wê veguherîne bi kêfxweşiyê. Û ew kesên ku tu ji wan hêrs bûyî eger hatibin xapandin, bi nezanîn stemê li te dikin; wana ne layiqî hêrsê ne. Eger bi zanîn û bi xerez û li ser hesaba delaletê cewrê didin te û îşkenceyê li te dikin, wê di demeke gelek nêzîk de bi îdama ebedî ya mirinê têkevin hebsa munferîd a gorê û wê ezabeke xemnak ya daîmî bikêşin. Tu bi sedema stema wan hem xêrê, hem baqîkirina saetên fanî û hem xweşiyên manewî û hem kirina wezîfeya ilmî û dînî ya biîxlas qezenc dikî.” Eva hanê ji giyanê min re hate îxtarkirin. Min jî bi hemû hêza xwe got “Elhemdu lîllah”, bi damara mirovayiyê dilê min bi wan stemkaran ve şewitî û min ji wan re dua kir û got: “Ya Rebî tu wan îslah bike.” Di vê bûyera nû de, wek çawa min di îfadeya xwe de ji Wezareta Navxweyî re nivîsî ye, ji deh aliyan ve derqanûnî ye û wek çawa ew stemkarên ku li ser navê

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat