Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

cilweyên wê nû bikin ev mesnûên delal û ev mexlûqên şêrîn û ev mewcûdata xudancemal qet ranawestin, her tên û diçin.   Ev bedewî û ev cemalên ku di wan da dixuyin ne malê wan bixwe ne, belkî îşaret û elamet û lem‘e û cilweyên cemaleke muqedes û sermedî yên dixwazin tezahur bikin û yên husneke muceret û munezeh ên her tim tecelî dikin û dixwazin bixuyinin ku delîlên wê yên gelek xurt di Rîsaleê Nûrê da bi dorfireyî hatine îzahkirin. Li vir beyan dike ku ji wan burhanan sê heb bi kurtî û bi awayekî gelek maqûl hatine zikirkirin. Her yekî ku xwediyê zewqa salim e û vê rîsaleyê bibîne hem wê ecêmayî bimîne hem jî ji bilî ku ew sûdê jê werdigre, wê pêwist bibîne ku bixebite da xelk jî sûdê jê werbigrin. Nexasim, di burhana duyemîn de pênc xal tên beyankirin. Yê hişê wî pûç nedibe û aqilê wî xera nebibe herhal wê pesnê wê bide, wê biecibîne, wê pesend bike û jê re bibêje “Maşalah, fetebarekelah!” û wê wicûda xwe ya ku feqîr û heqîr xuya dibe bilind bike û fêm bike û pesend bike ku ev mucîzeyeke xarîqe ye.

   RICAYA PAZDEHEMÎN: (Haşiye) Demekê ku ez li Emîrdaxê ha­tibûm îqametkirin, ez tena serê xwe li menzîlekê, heçko ez di hucreyekê de bim û ji ber ku bi çavdêrî û tehekuma giran îşkence didane min, ez ji jiyanê bêzar bûm û heyfa min li wê hat ku ez ji girtîgehê derketime. Bi rûh û can min girtîgeha Denîzliyê xwest û min viya ku ez têkevim gorê. Û min digot “Girtîgeh û gor ji vî awayê jiyanê çêtir e” û ku min biryar dida ku yan têkevim girtîgehê yan jî têkevim gorê, înayeta îlahî li hawara min hat, makîneya teksîrê ya nû derketî da destê şagirdên Medresetu’z Zehrayê, ku qelema wan (şagirdên Nûrê) makîneya teksîrê bûn. Her yek ji mecmûeyên giranbuha yê Nûrê bi yek carê, bi yek qelemê pêncsed nusxe çêbûn. Ku dest bi futûhatê kirin wisa çêbû ku ew jiyana zehmetnak li min xweş hat. Gotina “Bêhed şukir” bi min dane gotin. Qederekê bi şûn de neyarên nihên yên Rîsaleyê Nûrê derbarê futûhata Nûrê de çavnebarî kirin û hukumet xistin eleyhiyê me de. Êdî dîsa jiyan min re giran hat. Ji nişka ve înayeta rebbanî tecelî kir. Ew karmendên pêwendîdar ên ku herî zêde pêwistiya wan bi Nûrê hebûn, ji ber wezîfeyên xwe bi meraqek û bi baldariyeke tam dest bi mutaleya Rîsaleyên Nûrê yên hatî desteserkirin, kirin. Lê Nûrê dilê wan kir alîgirê xwe. Ji ber ku li şûna rexneyê dest bi pesindanê kirin, dersxaneya Nûrê gelek fireh bû, ji zerera

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat