Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Çaremîn Mertebeya Nûriyeya Hesbiye: Demekî arizeyên wek extiyariyê, xerîbiyê, nexweşiyê, têkçûyinê yên ku wicûda min dihejandin rastî demeka min a xefletê hatin û min endîşe dikir ku ev wicûda min a ez zêde zêde pê ve eleqedarim û meftûnê wê me, belkî wicûda mexlûqatê diçe hîçatiyê (edemê), wê demê dîsa min serî li ayeta hesbiyeyê da. Got: “Bala xwe bide ser maneya min û bi dûrebîna îmanê lê binêre.”   

   Min jî lê nêrî û bi çavê îmanê dît û bi ilmelyeqîn min zanî ku ev wicûda min a ku zerekokek e, wek wicûda her bawermendekî, neynika wicûdeke bêhed e û bi înbîsateke bêpayan wesîleya bidestxistina wicûdên bêhed e û kelîmeyeke hîkmetê ya ku jixwe hê giranbuhatir û baqî ye û gelek wicûdan dide û ji aliyê wê mensûbiyetê ve jiyîna wê ya gavekê, qasî wicûdeke ebedî hêja ye. Çunkî bi şu‘ûra îmanê min zanî ku ev bedena min berhem û huner û cîlweyeke Wacîbul-Wucûd e, ez ji ewhamên wehşî û fîraqên bêhed û ji cudahiyên bêjimar û ji elemên fîraqê rizgar bûm û min zanî ku ji mewcûdatê re xusûsen ji hemû mewcûdata ku ez gelek jê hez dikim û bi qasî ef‘al û esmayên îlahî yên bi mewcûdatê ve, taybet yên bi giyaneweran ve pêwndîdar têkiliyên me yên rabiteyên biratiyê henin, di nav fîraqên demkî de wîsaleke daîmî heye. Eve bi îmanê û bi girêdana ku di wê îmanê de ye, wek her bawermendekî, wicûda min jî enwarê bêveqetîn ên wicûdên bêhed qezenc dike. Ew bixwe here jî ji ber ku ew şûnde dimînin goya ew mayî, ewqas memnûn dibe.

   Bi kurtasî, mirin ne veqetîn e, wîsal e, cihguhertin e, simbildana mêweyeke baqî ye.    

   Pêncemîn Mertebeya Nûriyeya Hesbiye: Dîsa demekê, jiyana min bi şertên gelek giran dehibî, dêhn û bala min da temenî û jiyanê. Min dît ku temenê min bi bez diçe, axret nêzîk bûye, jiyana min, di bin tengavê de gelek nemaye ku vemire. Halehal ez bi elemkarane fikirîm ku wek çawa di Rîsaleya derbarê navê Heyy de hatiye îzahkirin ku wezîfeyên girîng ên jiyanê û meziyetên wê yên mezin û faydeyên wê yên giranbuha ne layiqî wê çendê ne ku wisa zû vemire, belkî layiqê wê çendê ye ku demeke dirêj bijî. Dîsa min serî li

حَسْبُنَا اللّٰهُ وَنِعْمَ الْوَكِيلُ

ê ku ustadê min e, da. Got: “Li gorî Heyê Qeyûm ê ku jiyan dayî te li jiyanê binêre.” Min jî nêrî, min dît ku jiyana min carekê li min binêre, sed carî li zatê Heyê Qeyûm dinêre û encama

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat