Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

ebedî û li welatekî baqî berendamê bextewariyeke daîmî me, êdî min “of of!”a ku hesretkêşiyê dinumîne derikand, û min “ox ox!”a ku dilgeşiyê dinumîne got. Bes, çêbûna vê îdealê û vê hedefa rûhî û vê netîceya fitretê ancax, bi qudreta bêhed a wî Qedîrê Mutleq çêdibe ê ku hemû hereket û sekenat û ehwal û amalên mexlûqatê xwe qewlen û fê‘len tomar dike û vî însanê biçûçik û acizê mutleq ji xwe re kiriye dost û muxateb û meqamekî ku li ser hemû mexlûqatî re ye jê re daye û her weha bi wê çêdike ku înayet û girîngiyeke zêde daye însên; ku ez vêya difikirîm, di van herdu babetan de, yanî derbarê fealiyeta qudreteke wisa û derbarê girîngiya rastî ya vî însanê ku zahirî bêqîmet de min îzaheke wisa xwest ku înkîşafa îmanê û baweriyê qelbî bide. Min disa serî li wê ayetê da. Wisa got û ferman kir: “Bala xwe bide ‘na’ya ku di ‘Hesbûna’yê de ye û ka bi lîsanê hal û bi lîsanê qal digel te kî wê ‘Hesbûna’yê dibêje, guhdarî ke.”   

   Ji nişka ve min nêrî ku çûkên bêhed û mêşên ku çûkikên biçûk in, heywanên bêhesab û nebatên bêhejmar û darên bêdawî jî wekî min bi lîsanê hal maneya

حَسْبُنَا اللّٰهُ وَنِعْمَ الْوَكِيلُ

ê li bîra xwe tînin. Û li bîra her kesî tînin ku wekîlekî wan ê ku ji hemû şertên jiyana wan re bûyî kefîl heye ku, ji hêkên dişibihin hev û madeyên wan yek û dilopên mislê hev û hebên vekî hev û ji dendikên hemdirûv sed hezar cûreyên çûkan, sed hezar terzên heywanan, sed hezar çeşîdên nebatan, sed hezar sinfên daran; bi awayekî bêyî şaşbûnî, bêkêmasî, bêyî îltîbas, xemilandî, bimîzan, birêkûpêk, ji hev veqetandî, li ber çavê me, nexasim di her biharê de, gelek zêde, gelek hêsan, di daîreyeke gelek fireh de, heta tu bibêjî gelek diafirîne, çêdike.. Ku di nav heşmet û mezinayiya qudreteke wisa de, bi bihevrebûn û bişibihîn û di nav hev de û bi awayekê çêdike, wehdeta xwe û ehediyeta xwe nîşanî me dide. Û min fêm kir ku dide zanîn ku di fî’leke rubûbiyetê û di teserufeke xelaqiyetê ya ku mu‘cîzeyên wisa bê hed diyar dike de mudaxele û îştîrak ne mumkin e. Weke her bawermendî yên bixwazin nasnameya min û heqîqeta min zanibin û bixwazin bibin wek min, bila li tefsîra “ene”ya ku di cemiyeta “na”ya di “Hesbuna”yê de ye binêrin, yanî bila li nefsa min binêrin. Da zanibin û dersa xwe bistînin ka wicûda min –wek wicûda her bawermendî- a ku bêqîmet û feqîr dixuye çî ye, jiyan çî ye, mirovayî çî ye, Îslamiyet çî ye, îmana tehqîqî çî ye, marifetulah çî ye, muhebet wê çawa be?

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat