Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Afirînerê xwe yê ku bi wê îmanê daye nîşandan ku dinya û axret bi nîmet û rehmetê tije kiriye û bi destê hemû hasseyên bawermendên rasteqîn ên bi nûra îman û Îslamê înkîşaf û îmbîsat bûyî ji wan herdu sofreyên mezin îstîfadê temîn dike.” Madem îman di vê alemê de bandorên wisa mezin dike; bêguman li axretê wê semere û feyzên wisa yên wê hebin ku bi vî aqilê dinyayê ew nayên îhatekirin û nayên tarîfkirin.    

   Eve, ey gelî pîremêr û pîrejinên ku ew jî wekî min bi munasebeta extiyariyê êşa firqeta gelek dostan dikişinîn! Di nav we de zahîren yê ji min kaltir hebe jî, lê ez wisa texmîn dikim ku ji aliyê manewî ve ez ji wî kaltir im. Ji ber ku di fitreta min de şefqeta cinsî û dilşewatî zêde ye, bi raza wê şefqetê ez elema hezaran birayên xwe dikêşim, ji ber wê ez ewqas extiyar im ku heçko ez bi sedan salan jiyayîm. Û we çiqas belaya veqetînê kêşabe jî hûn bi qasî min bi belayê re rûbirû nema ne. Ji ber ku kurê min nîne ku ez endîşeya wî bi tenê bikim. Bi wê dilşewatî û şefqeta ku fitreten bi min re zêde heye, bi raza wê şefqetê min ji hezaran ewladê Musilmanan re, bi ser de jî ji êşkêşiya heywanên bêguneh hestyariyek, elemek hîs dikir. Maleke min a teybetî nîne ku ez fikra xwe texsîsî wê bi tenê bikim. Belkî ez ji aliyê hemiyeta Îslamî ve bi vî welatî ve, belkî bi parzemîna Alema Îslamê ve, wek mala xwe pêwendîdar im. Û ez bi elemên hemdînên xwe yên ku di van herdu xaniyên mezin de ne, elemdar dibim û bi veqetînên wan xemgîn dibim.    

   Va ye, nûra îmanê ji kovanên ku ji vê extiyariya min hemûyê hatîn û ji van belayên ku ji veqetînê hatîn bo min kafî bû; ricayeke neşikê, hêviyeke neqete û teseliyeke bêpayan dan min. Bêguman li hemberî tarîtî û xeflet û teesur û teelumên ku bo we ji extiyariyê tên, îman kafî û wafî ye. Extiyariya herî tarî û ya herî bênur û ya bê teselî û her weha veqetîna herî elemnak û giyansoj extiyarî û veqetînên ehlê delaletê û ehlê sefahetê ye. Ji bo ku yek wê îmana ku wê rica û wê roniyê û wê teseliyê dide tam bike û bandorên wê hîs bike, pêwist e ew helwesteke hişmend a ubûdiyetkarane ya layiqî extiyariyê û muwafiqî Îslamiyetê di xwe de cî bike. Yan na, ne wek wî ye ku yê hewl bide ku xwe bişîbîne xortan û wek serxweşan serê xwe têxe di nav xefletên xwe de û extiyariyê ji bîr ke.   

   Hedîsa ku di maneya.

خَيْرُ شَبَابِكُمْ مَنْ تَشَبَّهَ بِكُهُولِكُمْ وَشَرُّ كُهُولِكُمْ مَنْ تَشَبَّهَ بِشَبَابِكُمْ

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat