Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Wek çawa me di gelek rîsaleyan de bi burhanên qet‘î îsbat kiriye, li hember wan arzûyên bêhed nûra ku ji îmana axretê hatî noqteyeke îstîmdadê ya wisa da ku, ne ku li hember arzû û rabitayên min ên hember ehbabên dinyewî yên biçûçik û demkî û kurt, belkî noqteyeke îstîmdada wisa da ku di ebedul abadê de, di alema beqayê de, di seadeta ebedî de ji arzûyên min ên bêhed dirêj re bes be. Çunkî piştî ku bi cilweyeke rehmeta xwe, li ser rûyê vê erda ku menzileka dinyayê ya mêvangeheke wî ya demkî ye de, ji bo ku bi qasî yek-du saetan mêvanên xwe kêfxweş bike, di sofreya biharê de nîmetên xwe yên bêhed û hesab ên bi sen‘et û şêrîn, di her biharekê da îhsan bike û wek taştêyekê bi mêvanên xwe bide xwarin, di meskenê ebedî de, heşt bihiştên daîmî, di demeke bêhed de bi nîmetên xwe yên cûrbecûr tijî dike û ji evdên xwe re amade dike.. Yê bi îmanê xwe bispêre rehmeta wî Rehman’r Rehîmî û girêdana xwe bizane, bêguman wê noqteyeke wisa ya hawarxwestinê bibîne ku dereceya wê ya jêrtirîn wê alîkariyê bide emelên wî yên bêhed û ebedî û dê wê bidomîne.    

   Hem bi heqîqeta wê ayetê, nûra ku ji ronahiya wê îmanê hatî di sûreteke wisa geş de tecelî kir ku ew şeş aliyên tarî wek rojê ronî kir. Ji ber ku rewşa girîna li pey vê medreseya min û şagird û dostên min bi vî awayî ronî kir û hişyar kir ku “Alema ku ehbabên te çûyînê ne tarî ye. Bes cihê xwe guhertine; hûnê dîsa hevdu bibînin” girîn bi temamî sekinand. Û da zanîn ku ezê li dinyayê yên bikevin şûna wan û yên bişibihin wan bibînim.    

   Erê lîllahîlhemd, hem medreseya Wanê bi medreseya Ispartayê îhya kir, ehbabên wir jî bi şagird û ehbabên hê zêdetir û hê hêjayîtir, ji nikalê manewî ve îhya kir. Hem da zanîn ku dinya ne vala ye, ne xalî ye û tesewura min a ku min sûretê welateke wêranbûyî dabûyê, ew şaş e, belkî li gor pêdiviya (îqtizaya) hîkmeta Malikê Rasteqîn dîmenê mirovên sun‘î diguhere, nameya xwe nû dike. Wek çawa ku hin mêweyên darekê jê werin vekirin, hin mêweyên dî têne şûna wan, ev zewal û veqetîna mirovan jî nûbûn û tazebûnek e. Ji aliyê îmanê ve ne kovaneke elîmane ya ku ji bêehbabûnê tê ye, belkî nûbûneke bikovan a lezîzane ya ji veqetînê tê ku da li dereke xweştir hev bibînin.    

   Hem, ku ez di wê rewşa hêwilnak de bûm, rûyê mewcûdata ger­dûnê ya ku tarî dixuya ronî kir. Min jî hingê xwest ku ji wê rewşê re şukrê bikim. Ev fiqreya Erebî hat, ew heqîqet tam teswîr kir. Wisa ku, min got:

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat