Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Çiqas rast bû. Hem min bixwe dît ku mirov çawa bi cismê xwe ve, bi mala xwe ve pêwendîdar e, wisa jî bi bajarokê xwe ve, bi welatê xwe ve, belkî bi dinyayê ve pêwendîdar e. Ji ber ku ez ji hêla laşê xwe ve, bi hestiyariya extiyariyê bi du çavên xwe digirîm, lêbelê ji bo medreseyê, ne ku ji bo extiyariya wê tenê, belkî ji ber wefata wê min dixwest bi deh çavan bigiriyama. Û ji boyî nîvmirina welatê xwe hewcedariya min hebû ku bi sed çavan bigiryama.    

   Di rîwayeta hedîsê de heye ku her sibehê firîşteyek gazî dike û dibêje:

لِدُوا لِلْمَوْتِ وَابْنُوا لِلْخَرَابِ

   Yanî, “ji boyî mirinê hûn Xwedê didin û têne dinyayê, ji bo ku wêran bibe xaniyan ava dikin.” Min ev heqîqet ne bi guhê xwe, bi çavê xwe seh dikir. Erê ew rewşa min hingê çawa ez giriyandibûm, ev serê deh salan e dema xiyala min diçe wê rewşê dîsa digirî. Erê, wêranbûna wan menzilên li ser wê keleha extiyar a ku bi hezaran salan jiyayî û ku ew bajarê li binê wê di nava heşt salan de bi qasî sed salan extiyar bûyî û wefata medreseya min a gelek zindî û cihê kombûna ehbaban a li binê wê kelehê û wefata hemû medreseyên di Dewleta Osmaniyan hemûyê de û kevirê yekpare ya keleha qerase ya Wanê ji bo ku îşaretî mezinahiya wî cenazeyî bike jê re bûye kêl. Ew şagirdên min ên merhûm ên beriya wê bi heşt salan di wê medreseyê de digel min bûn goya bi min re digiriyan. A rast, ew dîwarên xerabe yên wî bajarokî û ew kevirên ku li derdorê belavbûyî digel min digiriyan. Û min wisa dît ku herwekî ew bigirîn.    

   Hingê min zanî ku ez nikarim vê xerîbiya li welatê xwe tehemul bikim. Ez wisa fikirîm, yan divê ez jî biçim gorê, biçim cem wan; yan jî divê ez xwe bavêjim şikeftekê, li wir li benda ecelê xwe bimînim. Min got: “Madem li dinyayê fiqetên wisa di ser tehemulê re, yên sebirşikîn, muqawemetsoj û dilşewatî hene, bêguman tercîha mirinê tê kirin li ser heyatê. Ev rewşa giran a heyatê derdekî wisa ye ku nayê kişandin.”   

   Hingê min çavê xwe li şeş aliyan ku jê re “cîhatê sîte” tê gotin gerand, min dît ku tarî ne. Xefleta ku ji wê teesura zêde hatî, dinya bi awayekî hêwilnak, vala, xali, herwekî di serê min xera bibe, dît. Lê giyanê min ku li hemberî belayên bêhed ên weziyeta dijmin girtîn de li noqteyeke îstînadê digeriya û li noqteyeke îstîmdadê ya ku arzûyên bêhed ên di giyanî de heta ebedê diçin tetmîn bike digeriya û li benda teselliyeke li hember kovan û xema ku ji veqetîn û îftîraq û texrîb û wefatên bêhed

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat