Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

wan hatî barkirin! We rewşa min zanî ku ji ya we gelek dijwartir e jî, madem ayeteke kerîme ya wisa tedawî kir, şîfa dayê. Bêguman, di dermanxaneya pîroz a Qur’ana Hekîm de dermanên ku ji hemû derdên we re şîfayê bide, hene. Eger bi îmanê hûn serî lêbidin û bi îbadetê hûn wan dermanan bi kar bînin, ew barên giran ên extiyariyê û xeman ên li ser pişta we û li ser serê we wê gelek sivik bibe.

   Raza ku ev mebhes dirêj hatiye nivîsîn jî ev e ku, da ji Evdirehmanê merhûm re zêde duaya rehmetê bide kirin; bila we bêzar neke. Mebesta min ji wê çendê ku min birînên xwe yên herî dilbikeser ên we zêde muteelîm bike û yên herî bidehşet ên nefretê bide we û we bitirsîne bi awayekî naxoş û kedernak nîşan dayî ew e ku, da ez destnîşan bikim ku tiryaqa pîroz a Qur’ana Hekîm çi dermaneke xarîqe ye û çi nûreke geş e.

   RICAYA SÊZDEHEMÎN: (Haşiye) Di vê Ricayê de ji ber ku ezê behsa dîmeneke girîng a serpêhatiya jiyana xwe bikim, her hal wê hinekî dirêj be; ez dixwazim hûn bêzar nebin û dilê we nemîne.    

   Di Şerê Umûmî de piştî ku ez ji esareta Rûs rizgar bûm, du sê salan li Stenbolê, li Darûl Hîkmetê xizmeta dînî ez rawestandim. Paşê bi îrşada Qur’ana Hekîm û bi alîkariya Xewsê E‘zem û bi hişyarbûna extiyariyê ji jiyana medenî ya li Stenbolê bêzariyek û ji jiyana civakî ya bihişmet nefretek hat. Hîsa hesreta welat ku jê re “da’u-ssile” tê gotin, ez ber bi welatê min ve ajotim. Min got madem ezê bimirim bila ez li welatê xwe bimirim û ez çûme Wanê. Berî her tiştî min seredana medreseya xwe ya li Wanê ya jê re Xorxor tê gotin, kir. Min dît wek xaniyên dî yên Wanê di îstilaya Rûs de Ermenan şewitandibûn. Keleha navdar a Wanê ku yekpare kevirek e, medreseya min tam di bin wê de ye û bi wê ve ye. Xiyala wan şagirdên min ên li wê medresê yên beriya heft heşt salan min terka wan kiribû ku bi rastî jî dost û bira û hogir bûn, hatin ber çavê min. Ji wan hevalên min ên fedakar hinek wek şehîdê rastî, yên din jî ji ber wê musîbetê wek şehêdên manewî wefat kiribûn. Min xwe negirt ku ez negrîm. Ez hilkişiyam ser zîrweya keleha ku bi qasî du minareyan bilind û berî-limedreseya min û ez rûniştim. Ez bi xiyalî çûme zemanê heft-heşt sal berê. Ji ber ku xiyalê min xurt bû, ez li wê demê gelek gerandim. Li derdorê tu kes nebû ku berê min ji wê xiyalê bide alî û min ji wê demê vegerîne. Ji ber ku ez bi tenê bûm. Ku min çavê xwe vedikir di nava heft-heşt salan de guherînên wisa min didîtin ku herwekî sedsalek derbas bûbe.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat