Meqama Pêşî
Çar Nukte ne.
NUKTEYA YEKEMÎN: Şefqet û merhemeta tam a Resûlê Ekrem (s.) a li hemberî umeta wî îfade dike. Belê, wek çawa bi rîwayeta sehîh, wê dema ku her kes heta enbiya jî ji ber dehşeta mehşerê dibêjin “nefsî, nefsî”, Resûlê Ekrem (s.) dibêje “umetî, umetî” û re’fet û şefqeta xwe nîşan dide, wê dema ku nûka Xwedê dayî, bi baweriya ehlê keşfê, diya wî duaya wî ya “umetî, umetî” seh kiriye. Hem wek çawa dîroka jiyana wî hemû û exlaqê spehî (mekarimê exlaq) yê ku şefqetkarane belav kirî şefqet û re’feta wî ya tam nîşan dide, ku hewcdariya xwe ya bêhed û bêhesap ya ji selewetanên bêjimar ên umeta xwe re nîşan dayî, daye xuyakirin ku ew ji şefqeta xwe ya tam bi bextewariya umeta xwe re eleqedar e, bi vî hawî şefqeta xwe ya bêhed û bêhesap nîşan daye. Va ye ku mirov rîayetî suneta seniyeya rehberekî evqas bişefqet û dilovan neke, çiqas nankorî û bêwîjdanî ye, tu qiyas bike.
NUKTEYA DUYEMÎN: Resûlê Ekrem (s.) di nav wezîfeya nubuwwetê ya kullî û umûmî ye de li hemberî hinek madeyên taybet û cûz’î şefqeteke zêde nîşan daye. Li gorî ku xuya dike serfkirina wê şefqeta zêde ya di madeyên taybet û cûz’î de li girîngiya fewqulade ya nûbûwetê nayê. Bes, di rastiya xwe de, ji ber ku ew madeya cûz’î serê silsileyeke wisa ye ku bibe wesîleya wezîfeya nubûwetê ya kulî û umûmî û bibe temsîlkarê wê, li ser hesaba wê sîlsîleya mezin girîngiyek fewqulade daye nûnerê wê.
Wek mînak, ew şefqet û girîngiya zêde ya Resûlê Ekrem (s.) a di biçûkatiya wan de di hember Cenabê Hesen û Cenabê Huseyîn de nîşan dayî, ne hezkirineke ku ji şefqeteke cîbîliyetê û ya ji hestên xizmatiyê tê tenê ye, belkî ji ber ku serîkî tayê nûranî ye ku ji wezîfeya pêxemberiyê tê û hem jêderk û temsîlkar û fîhrîsteya cemaeteke gelek girîng e.
Belê, Resûlê Ekrem (s.) dema Hezretî Hesen dide ber milê xwe û serê wî maçî dike, ji ber gelek zatên mîna Şahê Geylanî ku xewsê e‘zem e yên warisê nubûwetê û hemeleê şerîeta Ehmed (s.) ên Mehdî-mîsal ku ji nesla mûbarek a nûranî ya ji Cenabê Hesen teselsul dikin, serê Hezretî Hesen maçî kiriye. Û bi nezera pêxemberiyê xizmetên pîroz ên ku dê di îstiqbalê de ew zatana bikin, dîtiye, ecibandiye û baş dîtiye (îstîhsan). Û wek nîşaneya ecibandin û teşwîqê serê Cenabê Hesen maçî kiriye.