Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Eve, ey birayên min ên extiyar ên ku wek nefsa min di encama bextbireşiyekê de beşeke temenê xwe di felsefeya bênûr û fennên ecnebiyan de mezixandine! Ji fermana pîroz a

لَااِلَهَ اِلَّا هُوَ

yê ya ku herûher li ser devê Qur’ana Pîroz e, rukneke îmanê ya qudsî ya gelek xurt, gelek wefakar, sabît, zerarê nebîne û neyê guhertin heye, vêya zanibin ku çawa hemû tarîtiyên manewî belav dike û birînên manewî derman dike! Sedema ku ev serborî hatî xistin di nav deriyên ricaya extiyariya min de tu dibêjî qey ne bi vîna min bûye. Min nedixwest, min şerm dikir ku wê bibe sedema bêzarbûnê. Bes ez dikarim bêjim, bi min da nivîsandin. De ka, ez vedigerim ser mijarê.    

   Di encama mûyên spî yên di por û rihê min de û bêsedaqetiya wefadarekî ji keyf û xweşiyên jiyana dinyayê ya Stenbolê ya bihişmet û zahirî şêrîn û xemilandî nefretek ji min re çêbû. Nefs, li şûna wan zewqên ku pê meftûnbûyî, zewqên manewî xwest. Di vê extiyariya ku li ber çavê ehlê xefletê sar, dijwar û ne xweş tê dîtin, teselliyek û nûrek xwest. Felîllahîlhemd, sed hezar spasî bo Cenabê Heq ku, wek çawa min ji dêl wan hemû zewq û xweşiyên dinyayê yên bêheqîqet, bêtam û bêencam zewq û xweşiyên rasteqîn, daîmî û şêrîn di ‘laîlahe îlla hû’yê de û di nûra tewhîdê de dît, extiyariya ku di çavê ehlê xefletê de sar, azardedil bi nûra tewhîdê gelek sivik, coşdar û nûranî dît.    

   Ey extiyar û extiyareyan! Madem we îman heye û madem nimêj û niyaza ku îmanê ronî dike û bi pêş ve dibe, heye. Hûn dikarin bi çavê xortaniyeke bêpayan li extiyariya xwe binêrin. Ji ber ku bi wê extiyariyê hûn dikarin xortaniyeke bêpayan bi dest bixin. Extiyariya rasteqîn ya sar, azardedil, nespehî, tarî û elemnak extiyariyên ehlê delaletê ne, belkî xortaniyên wan in. Pêwist e ew bigirîn, ew bêjin “Heywax! Wax wax!” Hûn, ey extiyarên bawermend û birêz, divê hûn bêjin

لْحَمْدُ لِلّٰهِ عَلٰى كُلِّ حَالٍ

û bikêf şukir bikin.

   RICAYA DUWAZDEHEMÎN: Demekê ku li wîlayeta Isparta, li nehiyeya Barlayê, di bin navê surgûnê de, di esareteke îşkenceyî de bi tenê bûm, bêkes bûm, li gundekî, di rewşeke wisa de bûm ku ez ji îxtîlatê û ji muxabereyê hatibûm astenkirin; hem di nav nexweşiyê de hem di nav extiyariyê de, hem di nav xurbetê de di rewşeke gelek perîşan de bûm, Cenabê Heq ji kemala dilovaniya xwe derbarê nukte û razên Qur’ana Hekîm de nûreke ku bo min bibe sedema teseliyê, îhsanî min kiribû. Bi wê nûrê min hewl dida ku wê rewşa êş, elemnak û dilkovan ji bir bikira.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat