Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

mudaxeleya wan a di mewcûdatê de heye, her tişt têkildarî sebebekî ye. Divê mêwe ji darê, dexl û dan jî ji axê were xwestin. Çi mane ye ku tişta herî cuz’î, herî biçûk ji Xwedê bête xwestin û lava ji Xwedê were kirin?”    

   Wê demê raza tewhîdê bi nûra Qur’anê di wî awayê bêtin de înkîşaf kir. Qelbê min ji wê nefsa min a mutefelsif re got: Tişta herî cuz’î û tişta herî biçûk wek tişta herî mezin rasterast ji qudreta Afirînerê vê gerdûnê tê û ji gencîneya wî derdikeve. Di sûretekî din de nabe. Esbab perdeyek e. Çunkî mexlûqên ku em zen dikin ku bêqîmetirîn û biçûktirîn in, carinan ji aliyê huner û ji aliyê xulqiyetê ve dibe ku ji yên herî mezin jî mezintir bin. Ji aliyê hunerê ve mêş ji mirîşkê ne pêşde be, ne paşde ye jî. Nexwe, mezin-biçûk dê ji hev neyên cudakirin. Yan dê li hemû esbabên madî were teqsîmkirin, yan jî dê hemû têk de were dayîn bo zatekî. Şiqa yekemîn wek çawa muhal e, ev şiq wacib e, zerûrî ye. Ji ber ku eger were dayin bo zatekî tenê, yanî were dayin bo Qedîrekî Ezelî; madem ilmê wî yê ku bi întîzamat û hîkmeta hemû mewcûdatê heyina wê qet‘î tehequq dike, her tiştî dorpêç dike. Û madem di ilmê wî de mîqdara her tiştî diyar dibe. Û madem bîlmuşahede her demê ji tunehiyê, bi hêsantiyeke bêdawî mesnû‘ên wisa ku heta tu bêjî bihuner tên wicûdê. Û madem ew Qedîrê Elîm, wek vêxistina kibrîtekê, bi fermana ‘kun feyekûn’ê, çi be bila ew be dikare îcad bike, wek çawa me di gelek rîsaleyan de beyan kiriye û taybet di Nameya Bîstê de û di dawiyê Lem‘eya Bîst û Sêyemînê de îsbat kiriye ku qudreteke wî ya bêhed heye. Bêguman ev hêsantiya xarîqe ya bilmûşahede tê dîtin ji dorpêçiya ilmê û ji wê ezemeta qudretê tê.    

   Wek mînak: Wek çawa kitêbeke ku bi hibra îlackirî ya ku bi çavî neyê dîtin hatibe nivîsîn hebe, ku îlaeke taybet a nîşandayîna wê nivîsê pê ve were danîn, ew kitêba qerase bi yek carê heyina xwe nîşanî her çavekî dike û xwe dide xwendin; eynen wisa jî di ilmê mûhît ê Qedîrê Ezelî de sûretê taybet ê her tiştî bi mîqadareke mueyen tê diyarkirin. Ew Qedîrê Mutleq, bi fermana kûn feyekunê, bi wê qudreta xwe ya bêdawî, bi wê vîna xwe ya kartêker (nafiz), wek wê îlaca ku bi wê nivîsê ve hatî dan gelek bi hêsanî, hêza xwe ya ku cilweyeke qudretê ye bi wê mahiyeta îlmî ve dide, wicûdeke xaricî dide wê tiştê, nîşanî çavî dide, neqşên hîkmeta xwe dide xwendin.    

   Eger hemû tişt bi yek carî neyê dayîn bo wî Qedîrê Ezelî û wî Elîmê Kulî Şey, hingê divê wicûda tiştekî herî biçûk a wek mêşê, ji ekser new‘ên dinyayê bi mîzaneke xusûsî were komkirin; digel vê

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat