Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

bêwefatiyeke nayê gotin dît. Ji jiyana dinyayê saw û xofek ji min re çêbû. Min ji qelbê xwe re got: “Gelo ez yekcar xapiyame? Ez dibînim gelek mirov hene ku bi xipte li vî halê me yê ku ji aliyê hîkmetê ve ‒divê dilê mirov lê bişewite‒ dinêrin. Gelo ma ev mirovana hemû dîn bûne? Yan jî ez niha dîn bûme ku ez van mirovên dinyaperest dîn dibînim. Werhasil!.. “ Min bi wê hişyarbûyina dijwar a ku extiyariyê dayî serê pêşî fanîbûna wan tiştên fanî yên ez bi wan eleqedarim dît. Mi li xwe jî nêrî, min xwe di bêhêziyeke bêhed de dît. Hingê giyanê min ê ku beqa dixwest û bi tewehuma beqayê mubtelayê faniyan bûyî bi hemû hêza xwe ve got ku: “Madem ji aliyê cismî ve ez fanî me, ma wê ji van faniyan bo min çi xêr were? Madem ez bêhêz im, ma ezê ji van bêhêzan çi hêvî bikim? Baqiyekî Sermedî û Qedîrekî Ezelî pêwist e ku ji derdê min re bibe çare” û min dest bi lêgerînê kir. Hingê, serê pêşî min serî li ilmê ku berê min tehsîl kiribû, da û li teseliyekê û ricayekê geriyam. Çi heyf ku hetanî wê demê min sînga xwe bi ilmên felsefeyê digel ilmên Îslamê tijî kiribû û min bi şaşî digot qey ilmên felsefeyê kana tekemulê û sedema reşenbîriyê ye. Halehal wan meseleyên felsefî ruhê min gelek lewitandibû û ji kemilînên min ên manewî re bûbû asteng. Ji nişka ve hîkmeta qudsî ya ku di Qur’ana Hekîm de ye bi rehmet û kerema Cenabê Heq hate hawarê. Wek di gelek rîsaleyan de hatiye beyankirin qirêjên wan meseleyên felsefî şûşt û da paqijkirin.    

   Bi kurtasî, tarîtiya rûhî ya ku ji fenên hîkmetê dihatin, giyanê min di gerdûnê de difetisandin. Min li kîjan alî nêrîbe û li nûrê geriya bim, di wan meseleyan de min nekarî nûrê peyda bikira, min nedikariya bêhna xwe bida. Heta tewhîda ku bi cumleya

لَااِلٰهَ اِلَّا هُوَ

yê ya ji Qur’ana Hekîm dersa wê dihat, wek nûreke gelek geş ew tariyana hemû belav kirin; êdî min karîbû rehet nefesekê bidim. Bes nefs û şeytan bi alîkariya dersa ku ji ehlê delaletê û ehlê felsefê wergirtibûn êrîşî aqil û qelbî kirin. Munazereya bi nefsê re lîllahîlhemd bi serketina qelbî encam da. Di gelek rîsaleyan de hinek ji wan munazereyan hatine nivîsîn. Ezê wana bes bibînim û li vir ji boyî nîşandayîna ji hezaran serkeftinên qelbî, ji hezaran burhanan ezê burhanekê beyan bikim. Ta ku giyanê hin extiyarên ku di xortaniya xwe de di bin navê hîkmeta ecnebî û funûna medenî de bi meseleyên ku hin averêtî (delalet), hin jî pûç û vala giyanê xwe qirêj kiribûn, qelbê xwe nexweş xistibûn û nefsa xwe şûm kiribûn, paqij bike, ewana derbarê tewhîdê de ji xerabiya nefs û şeytanî rizgar bibin. Wisa ku:    

   Li ser navê fenên felsefî nefsa min got ku: “Ev tiştên di gerdûnê de

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat