Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

wek wî cotkarê ku tovî li erdê direşîne da di heyateke din de simbil bide, Afirînerê Dilovan dê wî mesnû‘ê xwe yê delal bi awayekî demkî bavêje bin wê axa ku deriyeke rehmetê ye. (Haşiye)    

   Eve piştî ku min ev hişyariya Qur’anê wergirt, ew goristan ji Stenbolê bêhtir ji min re hogir hat. Xelwet û tenêtî ji min re ji sohbet û muaşeretê bêhtir xweş bû. Ez jî ketim xelwetxaneyeke li Sariyerê ya li aliyê Boxazê. Xewsê E‘zem (r.) wek çawa bi Futûhul-Xeyba xwe bo min bû ustadek, tebîbek û murşîdek, Îmamê rebbanî jî (r.) bi Mektûbata xwe bû wek enîsekî, muşfiqekî, seydakî. Hingê ez gelek memnûn bûm ku ez extiyar bûme, min xwe ji zewqên medeniyetê daye alî û ez ji jiyana civakî xilas bûme.   

   Ev e ey ew zatên ku wekî min ketine extiyarê û bi hişyarkirina extiyariyê mirinê gelek tînin bîra xwe! Bi dersa îmanê ya ku Qur’an dide, divê em li extiyariyê, li mirinê û li nexweşiyê negrin, ji aliyekê ve divê em ji wan hez bikin. Madem nîmeteke me ya bêhed giranbuha ya wek îmanê heye; extiyarî jî xweş e, nexweşî jî xweş e, mirin jî xweş e. Tişteke nexoş hebe, ew jî guneh e, sefahet e, bid‘et in, dalalat e.

   RICAYA YAZDEHEMÎN: Piştî ku ez ji esaretê vegeriyam, ez û biraziyê xwe Evdirehmanê gorbihişt em li Stenbolê, li koşkeke Çamlicayê digel hev diman. Ev jiyana min ji aliyê jiyana dinyayê ve, ji yên wekî me re jiyaneke herî bextewar dihate hesibandin. Ji ber ku ez ji esaretê xilas bûbûm; ez di Darul-Hîkmetê de, bi awayekî baştirîn muwafeqiyateke neşra ilmî ya munasibê mesleka min a ilmê hebû. Heysiyet û rûmeta ku tewecuhî min dibû ji hedê min gelek zêde bû. Ez li Çamlicayê rûdiniştim, ku ji aliyê mewqî ve dereke xweştirîn a Stenbolê ye. Hem her tiştê min bêkêmanî bû. Yekî wek biraziyê min Evdirehmanê rehmetî zekî, fedakar, hem şagird, hem xizmetkar, hem nivîskar hem kurekî min ê manewî digel min bû. Wê dema ku min di dinyayê de xwe ji her kesî bêtir bextewar didît de min li neynikê nêrî, min di por û riha xwe de mûyên spî dîtin.   

   Ji nişka ve ew hişyarbûyina rûhî ya li esaretê, li mizgefta Kostur­mayê dîsa dest pê kir. Wek esereka wê, min li ser wan halet û sebebên ku ez bi qelbê xwe ve bi wan ve girêdayî me û ez wana sedema bextewariyê dinyayê zen dikim, lêkolîn kir. Min kîjan ji wan lêkolîn kiribe, min nêrî rizî ye, li ber eleqeyê nakeve, dixapîne. Wê demê min ji hevalekî xwe yê ku min dilsoztirîn zen dikir nedilsoziyek û bêwefatiyeke nayê gotin dît.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat