Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

veqetim, ku min ev mitale dikir dîsa çûme wê dera bilind a goristanê. Ji ber ku carcaran ez ji bo îbretê diçûm sînemayê, bo min ew mirovên li Stenbolê, di wê deqîqeyê de, wek çawa di sînemayê de sîhên zemanê berê tên anîn bo zemanê hazir û yên mirî bi awayê ku li ser lingan nîşan didin, eynen min jî wê demê ew mirovên ku min dîtin di weziyeta cenazeyên li ser lingan dît. Xiyala min wisa got: Madem hinên di vê goristanê de di sînemayê de wisa dixuyin ku herwekî li ser lingan in; nexwe di dema pêş de yên bi qet‘î têkevin vê goristanê wisa bibîne herwekî ketînê. Ew jî cenaze ne, digerin.

   Bi nûra Qur’ana Pîroz û bi îrşada hezretî Xewsê E‘zem Şahê Geylanî, ji nişka ve ew rewşa hezîn veguherî bi rewşeke kêfxweşî û dilşahiyane. Wisa ku:    

   Li hember wê rewşa bikovan nûra ku ji Qur’anê hatî wisa hişyarî da: Di xerîbiya te ya Kosturmayê ya li rojhilatê bakûr çendik serba­zên dostên te yên dîl hebûn. Te dizaniya ku ev dostên te her hal wê herin Stenbolê. Yekî gotiba “Tuyê herî Stenbolê, yan jî tuyê li vir bimînî?” Bêguman eger piçeke tenê jî aqilê te hebe, tuyê qebûl bikî ku bi dilxweşî û bikêfxweşî herî Stenbolê. Ji ber ku ji hezar ehbabên te nehsed û nod û nehên wan li Stenbolê ne. Li vir çend heb mane, wê ew jî herin wir. Çûna Stenbolê bo te ne cudahiyeke bikovan e, ne jiheveqetîneke elemdar e. Hem jî tu hatî, ma tu kêfxweş nebûyî? Tu ji wan şevên gelek tarî û dirêj û wan zivistanên gelek sar û bibahoz ên welatê neyarî rizgar bûyî. Tu hatî vê Stenbola ku wek bihişta dinyayê ye. Eynen wisa jî ji temenê te yê biçûkatiyê heta niha, ji sed hezjêkerên te nod û nehên wan koçî wê goristana ku dehşetê didin te, kirine. Li vê dinyayê çendik dostên te mane, ew jî wê herin wir. Li dinyayê mirina te ne veqetîn e, wîsal (hevgihan) e, gihîştina ehbaban e. Îxtar (hişyarî) hat ku ewana, yanî ew erwahê baqî, hêlînên xwe yên kevinbûyî di bin axê de hiştine û beşeke wan di stêran de, beşeke wan di tebeqeyên alema berzexê de digerin. 

   Erê, Qur’an û îmanê ev heqîqeta hanê bi awayekî ewqas qet‘î îsbat kirine ku, ne ku bi yekcarî bêqelb û bêruh be yan jî delaletê qelbê wî nefetisandibe, pêwiste wisa bawer bike ku herwekî dîtî. Çunkî, Sani‘ekî Kerîm û Rehîm ê ku ev dinyaya hanê bi lutf û îhsanên xwe yên cûrbecûr ên bêhed xemilandî û rubûbiyeta xwe ya mukrîmane û şefîqane nîşan dayî û tiştên wek dendikan cuz’î yên tu qîmetê wan neyî jî hêvişandî bêguman wê însanê ku di nav sen‘etên wî de herî tekûz û herî cami‘, herî girîng û herî zêde jê hez dike, wek xuya dibe wisa bêmerhemet, bêaqîbet îdam nake, tune nake, winda nake; belkî

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat