Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Ehlê xefletê ji ber ku rewşa dinyaya xwe ya ‘ku dê zû hilweşe’ nizanin, zen dikin ku wek dinyaya umûmî ye, jê re perestîşê dikin. Wek dinyaya xelkê, dinyayeke taybet a min jî heye ku zû dişikê, zû xera dibe. Min mitale kir: “Ev dinyaya min a taybet bi vî temenê kurt ve çi faydeya wê heye?” Bi nûra Qur’anê min dît ku:    

   Ev dinya hem ji min re hem ji her kesî re tîcaretgeheke demkî ye û mêvangeheke wisa ku her roj ‘tijî dibe û vala dibe û bazareke wisa ye ku li ser rê hatiye danîn da ku yê tên û diçin kirîn û firotina xwe bikin û deftereke Neqaşê Ezelî ya wisa ye ku ‘nû dibe, bi hîkmet dinivîse û xera dike’ û her biharek nameyeke wî ya zêravkirî ye û her havînek qesîdeyeke wî ya menzûm e û neynikên ku cîlweyên esmayê wî Sani‘ê Zulcelal nû dikin in û bexçeyeke terhika axretê ye û kulîlkdaneke rehmeta îlahî ye û dezgeheke demkî ya taybet a ku lewheyên ku di alema beqayê de bêne nîşandan digihîne ne, min di vê mahiyetê de dît. Min sed hezar spasî bo Xaliqê Zulcelal kir ku ev dinya di vî sûretî de afirandiye. Û min zanî ku hezjêkirina (ku Xwedê) dayî însanan ji bo rûyên dinyayê yên li axretê û li esmayê îlahî dinêrin hatiye dayîn in, lê însan sûî îstîmal dike, wê hezjêkirinê li hember rûyê wê yê fanî, kirêt, zererdar û xefletê de dimezixîne, ji ber wê, mezherî raza hedîsa şerîf a

حُبُّ الدُّنْيَا رَاْسُ كُلِّ خَطِيئَةٍ

bûne.    

   Eve, ey gelî pîremêr û pîrejinan! Min bi nûra Qur’anê û bi hişyarikirina extiyariyê û bi vekirina îmanê ya çavê min, min ev heqîqet dît. Û di gelek rîsaleyan de bi burhanên qet‘î îsbat kir. Min ji bo xwe teseliyeke rasteqîn û ricayeke xurt û roniyeke geş dît. Û ez bi extiyariya xwe dilşad bûm û ji çûna xortaniyê kêfxweş bûm. Hûn jî megrîn û şukrê bikin. Madem îman heye û heqiqet wisa ye, bila ehlê xefletê bigirîn, ehlê delaletê bigirîn!

   RICAYA NEHEMÎN: Di Şerê Cîhanê de, ez wek êsîr li Wîlayeta Kos­turmayê bûm ku ji rojhilatê bakûrê Rûsyayê gelek dûr e. Li wir, li rexa Çemê Volgayê ya navdar mizgefteke biçûk a Tataran hebû. Di nav wan serbazên hevalên xwe yên êsîr de bêhna min teng dibû. Min xwest ku tenê bimînim. Li derve bê destûr min nedikariya bigeriyama. Taxa Tataran, ez bi kefalet anîm wê mizgefta biçûk a li ber rexa Çemê Volgayê.    

   Ez li mizgeftê tenê radizam. Bihar jî nêzîk bû. Di wan şevên gelek dirêj ên wê parzemîna bakûrê de ez gelek hişyar dimam. Di wan şevên tarî, di wê xerîbiya tarî de şirîniyên huzinnak ên Çemê Volgayê

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat