Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Û hakeza, bi heqîqetên bi vî rengî min rûyê xweşik û rasteqîn yê mirinê dît. Min ne ku bitirs, belkî ji aliyekî ve bi işq û şewq li rûyê mirinê nêrî. Min razeka rabiteya mewtê ya ehlê terîqetê fêm kir.

   Piştre min li xortaniya xwe ya berê ya ku bi zewala xwe her kesî digirîne, her kesî dildayî û muştaqê xwe dike û bi guneh û xefletê derbasbûyî nêrî. Min di nav wê çarika xemilandî de rûyekî gelek kirêt, serxweş û gêj dît. Eger min çawaniya (mahiyeta) wê nezanibûya, ji dêl çend salekê ku serxweş bikirama û bikenandibama ve, sed salan ez li dinyayê bimama dê ez bigiriyandama. Wek çawa yekî wisa bi girî:

لَيْتَ الشَّبَابَ يَعُودُ يَوْمًا فَاُخْبِرَهُ بِمَا فَعَلَ الْمَشِيبُ

   Yanî “Xwezî rojekê xortaniya min dîsa vegeriya, min ê giliyê wê extiyariyê bikira û jê re bigota ka vê extiyariyê çiqas rewşa bikovan anîne serê min.”   

   Erê weke vî zatî, extiyarên ku çawaniya xortaniyê nizanîn, xortaniya xwe dihizrînin, heyfa xwe lê tînin, bêriyê wê dikin û digirîn. Halehal, eger xortanî di bawermendên ehlê dil û ehlê huzûrê û di yên ku aqil û qelbê wan di ciyê xwe de ye de be, di îbadet û xêrat û bazirganiya axretî de bête mezixandin (serfkirin), ew xortanî wesîleyeke xurt a baziganiyê ye, wasîteyeke spehî û şêrîn a xêran e. Û ew xortanî ji yên ku wezîfeya dînê xwe dizanin û sûî îstîmalê nekin re nîmeteke îlahî ya giranbuha û xweş e. Eger îstîqamet, îfet (dawpaqijî), teqwa digel wê xortaniyê nebe, gelek talûkeyên wê hene; bi sergermiyên wê, seadeta wî ya ebedî û jiyana wî ya axretê zerarê bibîne. Belkî dê jiyana wî ya dinyayê jî berbat bike. Belkî ji dêl saleke du salan zewqa xortaniyê ve di extiyariyê de wê gelek salan xem û kederê bikêşe.    

   Madem di piraniya mirovan de xortanî zerardar e. Divê em extiyar spasiya Xwedê bikin ku em ji metirsiyên xortaniyê û ji zerarên wê filitîn. Wek her tiştî bêguman wê xweşiyên xortaniyê jî herin. Eger di îbadetê de û di xêrê de mezixandibe dê mêweyên wê xortaniyê li şûna wê baqî biminin û wê bibin wesîleya ku di jiyana ebedî de xortaniyekê bi dest bixe. Paşê min li dinyaya ku gelek mirov evîndar û mubtelayê wê ne, nêrî. Bi nûra Qur’anê min dît ku sê dinyayên kulî yên di nava hev de ne, hene: Yek: Li esmayê îlahî dinêre, neynika wan e. Rûyê duyemîn li axretê dinêre, zeviya wê ye. Rûyê sêyemîn li ehlê dinyayê dinêre, cihê lehîstoka ehlê xefletê ye.    

   Hem di vê dinyayê de dinyayeke qerase ya her kesî heye. Heçko bi qas î hejmara mirovan dinya di nav hev re çûne. Bes stûna dinyaya taybet a her kesî, jiyana wî bixwe ye. Kengê cismê wî bişikê, dinyaya wî bi serê wî de xera dibe, qiyameta wî radibe.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat