Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Ew bixwe jî dibêje “Emanetî Xwedê be!” û amadeyiya çûnê dike. Qur’ana mu‘cîzul-beyan di temamiya ayeta

كُلُّ نَفْسٍ ذَائِقَةُ الْمَوْتِ

ê de, maneya “New‘ê însên nefsek e, ji bo ku sax bibe dê bimire; kureya erdê jî nefsek e, ji bo ku bikeve sûreteke baqî dê ew jî bimire; dinya jî nefsek e, ji bo ku bikeve di sûretê axretê de dê ew jî bimire”, îşareta ayetê ji qelbî re vedibû.

   Va ye di vê weziyetê de min li rewşa xwe nêrî, xortaniya ku sebeba zewqan e diçe; extiyariya ku jêderka kovanan e tê cihê wê. Jiyana ku gelek rewneq û gelek nûranî ye diçe; mirina ku li gor zahirî hêwilnak e xwe amade dike ku were cihê wê. Û min dît ku ev dinyaya tê zenkirin ku gelek şêrîn û daîmî ye û dilketiya xafilan e, bi gelek lez digihîje tûnebûnê. Ji bo ku ez bixwe xwe bixapînim û dîsa serê xwe têxim xefletê, min li zewqên ku li mewqiyê jiyana civakî ya li Stenbolê ya ji hedê min zêde ku min gelek dîtibû, nêrî; tu faydeya wê nebû. Tewecuh û îltîfat û teseliya wan hemûyan dikare heta li ber deriya gorê ya ku nêzî min e, were, li wir ditemire. Û ji ber ku min di wî sûretî de dît ku di bin perdeya bixeml a şan û şerefê ya ku îdeala şohretperastane de durûtiyeke kirêt, xodfiroşiyeke sar û gêjîtiyeke demkî ye, ji ber wê min zanî ku ev karên ku hetanî niha ez xapandîm, tu teseliyê nade û di wan de tu nûr nîne.   

   Dîsa ji bo ku tam hişyar bibim, ji bo bihîstina dersa semawî ya Qur’anê dîsa min dest guhdarîkirina hafizên di mizgefta Bayezîdê de kir. Hingê ji wê dersa semawî mizgîniyên bi fermanên pîroz ên wekî

وَبَشِّرِ الَّذِينَ آمَنُوا

yê seh kir. Bi wê feyza ku min ji Qur’anê wergirtiye êdî ez derve li teseliyê negeriyam, ez di wan mijarên ku min dehşet û tenêtî û bêhêvîtî jê wergirtîn de ez li teseliyê, li ricayê û li nûrê geriyam. Sed hezar spasî bo Xwedê ku di nav derdî bixwe de min derman dît. Di nav tarîtiyê bixwe de min nûr dît. 

   Serê pêşî min li rûyê mirina ku her kesî ditirsîne û wehma tirsehêzê dide, nêrî. Bi nûra Qur’anê min dît ku her çiqas rûpoşka mirinê tarî û reş û sik e jî, bes bo bawermendan rûyê wê yê esîl nûranî ye, xweşik e. Û di gelek Rîsaleyan de me eva hanê bi qet‘î îsbat kiriye. Wek çawa me di gelek rîsaleyên wek Peyva Heştemîn û Nameya Bîstemîn de îzah kiriye ku mirin ne îdam e, ne veqetîn e, belkî pêşeka (muqedemeya) jiyana ebedî ye û destpêka wê ye. Ji zehmetiya wezîfeya jiyanê paydosek e, terxîsek e, tebdîleka mekanî ye. Gihîştina qafîleya dostan a koçî alema berzexê kirine ye.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat