Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Eve ey pîremêr û pêrejinên ku wekî min zehmetiya extiyariyê dikêşin! Madem elhemdulîlah, em ehlê baweriyê ne; û madem di baweriyê de gencîneyên evqas nûranî, tamxweş, şêrîn hene; û madem extiyariya me bêhtir me ber bi van gencîneyan ve diajo. Bêguman divê em ji extiyariya bi îman gilî nekin, belkî (divê) em hezaran spasiyê wê bikin.

   RICAYA HEŞTEMÎN: Di wê dema ku mûyên spî yên ku nîşaneyên extiyariyê ne ketin nav porê min, teqereqa Şerê Cîhanê yê ku xewa kûr a xortaniyê hê bêhtir kûr dikir û kêşmekêşiya esareta min û paşê jî dema ez hatim Stenbolê weziyeteke şan û şerefê ya zêde, heta ji Xelîfeyî, ji Şêxulîslamî, ji Serfermandarî bigre hetanî xwendekarên medreseyê, îltîfat û husnut-tewecuha gelek zêde ya ji hedê min zêde nîşan didan. Wê demê serxweşiya xortaniyê û ew haletê rûhiyeya ku wê rewşê dida ew xew ewqas kûr kiribû ku min xwe di rewşeke wisa ecêb de dît ku heçko dinya daîmî ye û ez jî bi awayekî bêmirin bi dinyayê ve zeliqandî me.    

   Aha hingê, di remezana şerîf de, ji bo ku hafizên ehlê îxlasê guhdarî bikim çûme mizgefta bimbarek a Bayezîda Stenbolê. Qur’ana mu‘cîzul-beyan, bi xîtaba xwe ya bala ya semawî, fermana xwe ya

كُلُّ نَفْسٍ ذَائِقَةُ الْمَوْتِ

ê ya ku fenabûna mirovan û wefata candaran xeber dida bi zimanê hafizan, bi awayekî gelek xurt îlan dikir. Di guhê min re çû, hetanî di nava qelbê min de cî girt, tebeqeyên xeflet û xewê û serxweşiyên gelek zêde stûr parçe parçe kirin. Ez ji mizgeftê derketim. Bi gêjîtiya wê xewa ku gelek beriya hingê di serê min de cihê xwe girtibû, çend rojekê min xwe wisa dît ku herwekî di serê min de bahozek, agireke bi dû hebe û wek wê keştiya ku pûsûlaya xwe şaş kiribe. Ku di neynikê de min li porê xwe dinêrî, mûyê spî ji min re wisa digotin; “dîqet bike!”    

   Eve bi balkişandina wan mûyên spî rewş eşkere bû. Min dît ku ew xortaniya ku ewleyiya min pirr pê dihat û ez meftûnê zewqên wê bûm ji min re dibêje “Bi xatirê te!” Û ew jiyana dinyayê ya ku ez bi muhebeta wê ve pirr zêde eleqedar bûyîm ditefe û ew dinyaya ku ez pê ve gelek eleqedar bûyîm, adeta aşiqê wê bûyîm ji min re dibêje “Oxir be!” û min hişyar dike ku ezê ji mêvangehê derkevim.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat