Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

darbestê de diyar dibû û her weha ew awayê darbestîtiya wê roja hazir şikênand û ew roja hazir di sûretê dikaneka tîcaretgahê ya derbarê axretê de û bîlmûşahede di sûretê mêvangeheke rehmanî ya bihişmet de nîşan da. Hem îmanê ew tekane mêweya ku bi nêrîna xefletê di awayê cenazeyê ku li ser serê dara ‘emrî xuya dibe bi ilmel-yeqîn nîşan da ku ew ne cenaze ye, belkî ew giyanê min e ku mezherî jiyaneke ebedî ye û berendamê bextewariyeke ebedî ye ku ji bo ku di stêran de bigere ji cesedê xwe yê kevin derketiye. Hem îmanê, bi raza baweriyê nîşan da ku axa hestiyê min û ya destpêka xulqiyeta min, ne ku ew hestiyên negirîng û di bin lingan de mehfbûyî; belkî ew ax, deriyekî rehmetê û perdeyeke salona bihiştê ye. Hem îmanê, rewşa dinyayê ya ku bi nêrîna xefletê di pişt min de, di hîçatiyê de, di tarîtiya neyînê de digindire bi raza Qur’anê nîşan da ku, heçî ew dinyaya ku li gor zahirî di tarîtiyê de digindire ye, beşeke nameyên Semedanî û rûpelên nexşên subhanî ne ku wezîfeya wan qediya ye, maneya xwe îfade kirine, encama xwe ji dêl xwe ve di wicûdê de hêlan e. Bi ilmel yeqîn da zanîn ka mahiyeta dinyayê çî ye? Hem îmanê ew gora ku dema pêşde çavê xwe vekirî û li min dinêre û her weha ew cadeya ku li pişt wê gorê diçe ebedê, bi nûra Qur’anê nîşan da ku ew gor ne deriyê bîrê ye, belkî deriyê alema nûrê ye. Û di dereceyeke wisa de nîşan da ku qinyata min were ku ew rê jî naçe hîçatiyê û edemistanê, belkî ew rêyeke ku diçe heyînê û nûristanê û seadeta ebediyeyê, ji ber vê çendê ji derdê min re hem bû derman hem bû melhem. Hem îmanê, ji dêl wê cuz’ê îxtiyariya cûz’î ya di destê wî de ye ku kesbeke gelek cuz’î ye, wesîqeyekê dixe destê wê cuz’ê îxtiyarî da ku li hember wan neyar û tarîtiyên bêhed xwe bispêre qudreteke bêdawî û xwe bi rehmeteke bêhed ve girêbide. Hem ew çeka însanî ku cuz’ê îxtiyarî ye, her çiqas di zatê xwe de hem kurt e hem aciz e hem kêm e. Bes, wek çawa dema leşkerek wê hêza xwe ya hindik li ser navê dewletê bi kar bîne, wê demê hezaran qatî ji hêza xwe bêhtir dikare îşî bibîne; eynen wisa jî ew cuz’ê îxtiyarî bi raza îmanê, li ser navê Cenabê Heq û di riya wî de were bi kar anîn dikare bihişteke ku firehiya wê pêncsed sal e jî, bi dest bixe. Hem îman hefsarê wê cuz’a îxtiyarî ya ku nikare derbasî raboriyê û îstiqbalê bibe ji dest cismî derdixe û radestî qelb û rûhî dike. Daîreya jiyana rûh û qelbî ji ber ku mîna cismî bi dema hazir ve ne sînorkirî ye û gelek sal ji raboriyê û gelek sal jî ji pêşerojê di nava daîreya jiyana wî de ye, ew cuz’ê îxtiyarî ji cuz’iyetê derdikeve û kuliyetê bi dest dixe. Wek çawa bi hêza îmanê dikare here newalên herî kûr ên raboriyê û dikare tarîtiyên kovanan biqeşitîne, bi nûra îmanê diçe çiyayên herî dûr ên pêşerojê û tirsê ji holê radike.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat