Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

tarîxwarî de di sûretê darbesta ku cenazeyê cismê min ê êşê dikişîne yê nîvmirî û di haletê mezbûhaneyê de diyar bû.   Paşê ku ez ji wî aliyî ve jî bêhêvî bûm, min serê xwe rakir, li serê dara temenê xwe nêrî. Min dît ku mêweyeke tenê ya wê darê heye; ew jî cenazeyê min e û li ser darê rawestiyaye û li min dinêre. Ez ji wî aliyî ve jî veciniqîm û min serê xwe berjêr tewand, li binê dara wî temenî û li koka wê nêrî. Min dît ku ew axa binî, digel axa hestiyê min û axa destpêka xulqiyeta min bi awayekî tevlihev bûyî di bin piyan de diheciqe. Wê jî derman neda min, belkî li ser derdê min derd zêde kir. Paşê ji bêgavî min li paş xwe nêrî. Min dît ku, dinyaya bêesas û fanî di newalên hîçayiyê de, di tarîtiyên neyînê de digindire û diçe, ku ez ji derdê xwe re li merhemê digeriyam, jehir danî ser. Ji ber ku min li wî aliyî jî xêr nedît, min li pêşiya xwe nêrî, min nezera xwe li pêşiyê gerand. Min dît ku gor tam li ser riya min, wisa elenî dixuye, devê xwe vekiriye û li min dinêre. Li pişt wê, cadeyên ku diçin ebedê û ew qafîleyên ku di wan cadeyan de diçin, ji dûr ve li ber çavê min dikevin. Û di destê min de ya li hember dehşetên ku ji van şeş aliyan ve tê bibe noqteya îstînadê û çeka berxwedanê ji piçeke cûz’ê îxtiyarî pê ve tiştek nîne. Ew cuz’ê îxtiyariya ku li hember wan neyarên bêhed û li hember wan tiştên zerarde tekane çeka mirovî ye, ji ber ku hem kêm e, hem kurt e, hem aciz e, hem bêîcad e, ji kespê pê ve ji destê wê tiştek nayê. Ne dikare derbasî raboriyê bibe, da ku wan xemgîniyên ku ji wir bo min tên bide sekinandin û ne jî dikare têkeve îstiqbalê da ku ji wan tirsên ku ji wir tên re bibe asteng. Min dît ku ji daxwaz û elemên derbarê raborî û îstiqbalê de re faydeya wê nîne.    

   Di wê hengama ku ez di nav wan dehşet û wehşet û tarîtî û bêhêvîtiyên ku ji van şeş aliyên dihatin ve diperpitîm de, ji nişka ve nûrên îmanê yên di sîmayê Qur’ana mu‘cîzul-beyanê de dibiriqîn di hawara min hatin. Ew şeş alî ewqas ronîdar kirin ku ew wehşet û tarîtiyên ku min dîtin sed dereceyan qat qat bibana, dîsa ew nûr li hemberî wan kafî û wafî bû. Hemû ew dehşet, yeko yeko wergerandne teseliyê û ew hêwilana jî yeko yeko wergerandne hogiriyê. Wisa ku:

   Îmanê ew sûretê gora mezin a raboriyê ya bihêwil qetand û bi eynel-yeqîn û bi heqelyeqîn nîşan da ku ew mecliseke munewer a hevaltiyê ye û cihê kombûna dostan e. Hem îmanê îstiqbala ku bi nêrîna xefletê di sûretê goreke mezin de dihate dîtin bi ilmelyeqîn di sûretê civateke mêvandariya rehmanî ya di qesrên seadetê yên şêrîn de nîşan da. Hem îmanê ew dema hazir a ku bi nêrîna xefletê di weziyeta

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat