Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Afirînerekî me yê Dilovan heye, ji me re xerîbî tuneye. Madem ew heye, bo me her tişt heye. Madem ew heye; firîşteyên wî jî hene. Nexwe ev dinya ne vala ye; ev çiya û sehra ji evdên Xwedê mişt in. Ji bilî evdên wî yên hişmend, her kevirekî wê jî, her dareke wê jî li ser hesaba wî dikevin şûna hevalekî mûnîs, bi lîsanên xwe yên hal dikarin bi me re biaxivin û keyfa me bînin.    

   Erê, dergahê Xaliqekî me, Sani‘ekî me, Hemîmekî me yê Rehîm, Kerîm, Enîs û Wedûd heye ku bi qasî hejmara mewcûdata vê gerdûnê û bi qasî hejmara herfên kitêba mezin a vê alemê şahidiya heyîna wî û bi qasî hejmara cîhaz û xwarin û nîmetên ku dibin sebeba şefqet û rehmet û ‘înayeta zî-ruhan delîlên wî hene û wî nîşan didin. Di wî dergahî de mehdera herî meqbûl ecz û ze’f e. Û tam zemanê wê ecz û ze’fê jî extiyarî ye. Ev extiyariya ku di dergahekî wisa de bibe mehdervan, ne ku meriv jê bixeyide, pêwist e meriv jê hez bike.

   RICAYA HEFTEMÎN: Demekê di destpêka extiyariyê de, di wê hengama ku kenên Seîdê Berê veguherî girînên Seîdê Nû de, ehlê dinyayê yên li Enqerê zen kirin ku ez ew Seîdê Berê me, ez vexwendim wê derê, ez çûm. Dawiya demsala payîzê ez hilketim ser keleha Enqerê ya ji min gelekê bêhtir extiyar bûyî, hilhilî û kevin bûyî. Ew keleh ji min re di sûretê bûyerên dîrokî yên bûyî kevir de bû. Demsala extiyariya salê û extiyariya min, extiyariya kelehê, extiyariya beşerî, extiyariya Dewleta Osmanî ya navdar, wefata Selteneta Xîlafetê û extiyariya dinyayê di haleteke gelek bikovan, hestyar û bi firqet de di wê keleha bilind de kirin ku ez li nuwalên raboriyê û li çiyayên bilind ên îstiqbalê binêrim û min lê nêrî. Li Enqerê di nav çar pênc tarîtiyên extiyariyê yên ez dorpêç kirîm de min haleteke rûhî ya herî reş hîs kir, (Haşiye) ji ber wê ez li nûrekê, li teseliyekê, li ricayekê geriyam.    

   Min ku li aliyê rastê, yanî li raboriyê dinêrî û li teseliyekê digeriyam, raborî di sûretê goreka mezin a bavê min û bavûkalê min û new‘ê min de diyar bû. Li şûna teseliyê hêwil (wehşet) da min. Ez dema ku li pêşerojê ku aliyê min ê çepê bû li dermanî digeriyam min lê nêrî. Min di sûretê goreke mezin a tarî ya min û emsalê min û nesla îstiqbalê dît. Ji dêl teseliyê, dehşet da min. Dema li derman digeriyam min li îstiqbalê -ku aliyê min ê çepê ye- nêrî, min dît ku bi sûretê goreke mezin û tarî ya min û emsalê min û nesla ayende xuya bû, ji dêvla hogiriyê dehşet da min. Ez ji çep û rastê veciniqîm û min berê xwe da roja xwe ya hazir (îro.) Ew roja hazir di nezera min a bixeflet û

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat