Ey xwîşk û birayên min ên wekî min kal bûyî! Madem axret heye û madem ew axret mayende ye û madem ji dinyayê xweştir e. Û madem ew Zatê ku em afirandine hem Hekîm e, hem jî Rehîm e. Divê em giliyê kalîtiyê nekin û divê li ber nekevin. Berevajî, ji ber ku kalitî nîşaneya wê çendê ye ku, di nav îman û îbadetê de hatiye emrê kemalê û wezîfeya jiyanê diqede û emê boyî vesihanê (îstirahetê) herin alema axretê, ji vî aliyî ve divê em jê memnûn bibin.
Belê bi nessa hedîsê, sed û bîst û çar hezar pêxemberên ku şexsiyetên herî bijare yên însanan in, 1 bi îcma’ û tewaturê, hinekan bi dîtinê (şuhûdê), hinekan jî bi heqelyeqînê, li ser wê çendê mutefiq bûne û xeber dane ku axret heye û wê mirov sewqî wir bibin û Xaliqê gerdûnê dê wê axreta ku bi awayekî qet‘î soza wê daye, bîne; û sed û bîst û çar milyon ewliyayên ku ew xeberên ku wan dane bi keşf û şuhûdê û di sûretê ilmelyeqînê de şahidên wicûda wê axretê ne; û hemû esmayên Sani‘ê Hekîmê vê gerdûnê bi wan cilweyên xwe yên ku di vê dinyayê de nîşan didin, bi awayekî eşkere alema beqayê pêwîst dikin; dîsa bi delaleta heyîna axretê; qudreteke ezelî ya bêhed û hîkmeteke ebedî ya bêhesab û bêîsraf a ku her sal di biharê de cenazeyên darên mirî yên bêhed û hesab ên li ser lingan mayîn bi fermana ‘kun feyekûn’ê îhya dike û mezherê be’sû be’delmetê dike û wek nimûmeya sedhezaran heşr û neşrê ji taîfeya nebatan û ji miletê heywanan sêsed hezar cûreyan heşr û neşr dike û rehmeteke baqî û înayeteke daîmî ya ku hemû candarên ku hewceyiya wan bi rizqî heye bi awayekî xarîqe binanûav (î‘aşe) dike û di biharê de, di demeke kurt de cûreyên xeml û spehîtayiyê yên bêhed û hesab nîşan dide, eşkereyî heyîna axretê pêwist dibîne û bi îşaret û delaleta eşkere ya eşqa beqayê ya daîmî û şewqa ebediyetê û amalê sermediyetê yên xurt û naheje yên di însanî de (ku ew însan) mêweya herî mukemel a vê gerdûnê ye û ew mesnû‘ e yê ku Xaliqê gerdûnê herî zêde jê hez dike û yê herî zêde bi mewcûdata gerdûnê ve eleqedar e. Belê, delaleta van heqîqetan bi sûreteke ewqas qet‘î îsbat dike ku piştî vê alema fanî alemeke baqî û welatekî axret û welatekî seadetê heye û bi qasî heyîna dinyayê, bi eşkereyî qebûlkirina heyîna axretê pêwist dike. (Haşiye)