li gorî raza
اَلسَّبَبُ كَالْفَاعِلِ
bi qasî xêrên ku hemû umeta wî kirine dikeve ser rûpela xêrên wî û yê ku sedema meqsedên alî yên îlahî yên di vê kaînatê de ne ye û yê ku sedema bilindbûna qîmetên mewcûdatê ye; belê ew zat wek çawa bi rîwayeta sehîh û bi keşfa sadiq di wê deqîqeya ku Xwedê dabû de gotiye “ûmetî, ûmetî”; 1 di meşherê de, di wê dema ku her kes dibêje “nefsî, nefsî” de wê dîsa bi mehdera xwe bêje “ûmetî, ûmetî” û wê bi fedakariyeke herî qudsî û herî bilind bibeze hawara umeta xwe; em diçin wê alema ku ew zat li wir e. Û em diçin wê alemê ya ku bi stêrên bêhed û hesab ên esfiya û ewliyayên li derdora wê rojê ronayî bûne.
Va ye, çareya ku yek têkeve di bin mehdera wî zatî û ji nûra wî îstîfade bike û ji tarîtiya berzexê rizgar bibe pewrewiya suneta seniyeya wî ye.
RICAYA ÇAREMÎN: Demekê ji ber ku min ber bi extiyariyê gav avêtibû, tendurustiya min a ku xeflet didomind jî xerab bûbû. Extiyarî û nexweşî bûbûn yek û êrîşî min kirin. Zor dan min û xew li min herimandin. Têkiliyên min ên ku min bi dinyayê ve girêbidin ên mîna zar-zêç û mal jî tune bûn. Min dît ku mêweyên sermayeya ‘emrê min ên ku min bi sergêjiya xortaniyê winda kiribûn hemû guneh û xeta ne. Min mîna Niyaziyê Misrî kire hawar û got:
Min tîcaretek nekir û sermaya ‘emrim bû heba
Ez hatim rayê, lakîn hemî kerwan koç kiribû, bê xeber
Bi girî û nalîn ketim rêyan, xerîb û tenha
Çav giryan, dil biryan, aqil sergerdan, bê xeber
Wê demê ez li xerîbiyê bûm. Min xemgîniyeke bêhêviyane û teesufeke poşmankarane û hesreteke îmdadkarane hîs kir. Ji nişka ve Qur’ana mu‘cîzul-beyan hat hawara min. Deriyê ricayeke wisa xurt ji min re vekir û ronahiya teseliyeke wisa rasteqîn da ku dikariya bêhêvîtiyeke sed qatî ji ya li ser wê rewşa min re jî bibira û ew tariyana belav bikira.
Belê, ey extiyar û extiyareyên ku wekî min pêwendiya wan a bi dinyayê re hêdî hêdî qut dibe û benê ku wan bi dinyayê ve girêdide diqete! Sani‘ekî Zulcelal ê ku ev dinya wekî bajarekî û wekî qesreke tekûz û birêkûpêk afirandî qey mumkin e ku di wî bajarî de, di wê qesrê de bi mêhvan û bi dostên xwe yên herî girîng re neaxive û bi wan re hevdîtinê pêk neyne?