Lem‘eya Bîst û Şeşemîn
Derheqê îxtiyaran de bîst û şeş rica, ronahî û teselî tê de hene.
Hişyarî
Sedema ku min di serê her “Rîca”yekê de derdê xwe yê manewî bi awayekî gelek elîm ku we xemgîn bike nivîsî eve ye: Da ku ew dermanê ku ji Qur’ana Pîroz hatî pirr zêde bandora xwe nîşan bide. Ev Lem‘eya ku ji extiyaran re ye ji sê-çar aliyan ve nekariye xweşikiya îfadeya xwe biparêze.
Ya Pêşî: Ji ber ku aidê serboriya jiyana min e, bi xiyalî çûye wan zemanan û di wan rewşan de hatiye nivîsîn, ji ber wê çendê îfadeyê, nekarî întîzama xwe biparêze.
Ya Duyemîn: Ji ber ku piştî nimêja sibehê û di demeke ku min xwe pirr westiyayî hîs dikir de û her weha ji bêgavî bilez hatiye nivîsîn di îfadeyê de bê tevliheviyek çêbûye.
Ya Sêyemîn: Li ba min yekî ku daîm binivîsiya nebû, ew nivîsyarê (katib) ku li cem min bû jî çar pênc wezîfeyên wî yên Rîsaleyê Nûrê hebû, ji ber wê çendê demeke tam a me ya sererastkirinê tunebû, loma bêrêkûpêk ma.
Ya Çaremîn: Piştî nivîsînê em herdu jî betilî bûn, ji ber wê çendê me bala xwe neda ser maneyê, me hema awayê seresere bes dît; bêguman dê di awayê îfadeyê de kêmasî hebin. Bila extiyarên ‘alîcenab çavên xwe li wan kêmasiyên ku di îfadeyê de ne bigrin û dema destên xwe raberî dergahî îlahî dikin ku ew destana bervale venagerin bila me têxin nav duayên xwe.