Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

razîbûna bi qezayê û teslîmbûna ji qederê re nîşaneke îslamê ye. Xweda Te‘ala sebreke cemîl bide we, û rehmetî jî ji we re bike zadê axîretê, û ji we re bike mehdervan. Emê ji we re pênc xalan beyan bikin, ku ji we û ji muminên teqwadar yên mîna we re, mizgîneke mezin û teseliyeke heqîqî nîşan bide.   

   Xala Yekem: Yek ji ayetên Qur’anê

وِلْدَانٌ مُخَلَّدُونَ

sirr û maneya wê ew e: Zarokên bawermendan ên berî balixbûnê mirî, wê biçine bihiştê, munasibî wê cenetê dê daîmî bimînin û di bihiştê de –ku dê-bavê wan jî biçine bihiştê– di hembêza wan de ji wan re bibe sedema şahiya ebedî. Kêfeke xweş weke evîna zarokan bide dêwbavê xwe. Di bihiştê de her tiştê tamxweş hene, lêbelê hinek kes dibêjin: “Ji ber ku bihişt cihê tenasulê (zêdebûna nifşan) nîne, tê de evîna zarok û hezkirina wan jî tune.” Lêbelê bi mizgîniya Qur’anê, gotinên kesên wihareng xelet, wê ji aliyê zarokên bihiştê ve bêne pûçkirin. Hem di dunyayê de hezkirina zarokan çiqas bibe deh sal e, û bi gelek kerb û eleman ve têkilhev e. Li hember vê rewşê, di bihiştê de ji zarokan evînek û

وِلْدَانٌ مُخَلَّدُونَ

hezkirinek wisa heye ku safî, bê elem û bêdawî ye. Bi vî ayetê wisan xuya dike ev hal ji bawermendan re zêde xweş e.    

   Xala Duyem: Wextekî, zatekî ketibû zîndanê, zarokê wî yê şêrîn jî bi wî re bû. Ev girtiyê bêçarê, digel kerba xwe nikare rehetiya lawikê xwe çêbike, zehmeta zarok, wî mêrikî zahf diêşîne. Paşê hakimê dilovan ji mêrik re xeber dişîne û dibêje: “Ev lawik herçiqas zarokê te ye, lêbelê ji raiyet û milletê min e. Ezê wî ji te bistînim û di qesreke spehî de xwedî bikim.” Vêca mêrik digirî, dike çinpin û dibêje: “Na, ez zarokê nadime te, ew liha dilxweşiya min e, û bêhna min vedike.” Hevalên wî, jê re dibêjin: “Kerb û girîna te hewante ye. Ger jidil, dilê te bi zarok dişewite, bihêle bila ji vêdera qirêj, genî û teng derkeve; bila here qesreke fireh û kamran. Eger tu ji bo nefsa xwe mehzûn dibî û li menfîeta xwe digerî; eger zarok li vir bimîne, digel ku menfîetek te ya demkî û bi şubhe heye jî, bêguman tu dê ji pirsgirêkên zarokê xwe zahf kerb û keseran bibînî. Ger zarokê te biçe bal padîşeh, ji te re bi hezaran menfîet heye. Lewra çûna zarok, dibe sedema celba merhemeta padîşah. Û dibe sedema şefaetkariyê li bal wî. Wextê padîşeh hevdîtina we bixwaze, dê zarok neşîne zîndanê, bereks dê te ji zîndanê derîne û tu yê biçî qesrê, bal zarokê xwe. Bi vî şertî ku bawerî û îtaeta te ji padîşah re hebe.”

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat