Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   DERMANÊ BÎST Û YEKEMÎN: Ey birayê nexweş! Di nexweşiya te de elema madî heye. Bes lezeteke manewî ya girîng a ku bandora wê elema madî tune bike te dorpêç dike. Ji ber ku eger dê û bavê te û eqrebayên te hebin, wê ew şefqetên gelek xweş ku ev demek dirêj e te jibîr kiribûn wê ji nû ve li derdora te çêbibin û tuyê dîsa wan nêrînên şêrîn ên te di dema zarokiya xwe de dîtîn bibînî û ew dostaniyên li derdora te yên gelek veşarî û perdekirî mayîn, bi cazîbeya nexweşiyê wê dîsa bimuhebet li te binêrin, ji ber wê hindê, li hember wana ev elema te ya madî gelek erzan dibe. Hem, ji ber ku ew zatên ku te ji wan ra xizmet kirî û te hewl dayî ku îltîfata wan bi dest bixî, ji ber nexweşiyê xizmeta te dikin, tu ji efendiyê xwe re bûyî efendî. Hem ji ber ku te riqetê cinsî û şefqeta new’î kişandiye ba xwe, ji tuneyê te gelek ehbabên alîkar û dostên şefqetdar peyda kir. Hem tu fermana paydosa ji xizmetên gelek bizehmet dîsa ji nexweşiyê distînî, tu îstirhet dikî. Bêguman li hemberî van xweşiyên manewî divê ev elema te ya cuz’î te sewqî gazincê neke, divê te sewqî spasiyê bike.

   DERMANÊ BÎST Û DUYEMÎN:   

   Ey birayê min ê bi nexweşiyên giran ên wekî felcê re rûbirû mayî! Pêşî ez mizgîniyê didim te ku felc ji bawermendî re bimbarek tê hesabê. Min eva hanê ji zû de ji ehlê welayetê dibihîst, min raza wê nedizaniya. Razeka wê wisa diniqute dilê min ku:   

   Yên ehlê Xwedê ji bo ku bigihên Cenabê Heq û ji xetereyên manewî yên mezin ên dinyayê xilas bibin û bextewariya ebedî bi dest bixin bi hilbijarî du esas şopandine: Ya yek: Rabiteya mewt e. Yanî fikirîna ku dinya fanî ye û ew bixwe jî tê de mêvanekî fanî yê wezîfedar e û bi vî awayî ew e ku ji jiyana ebedî re bixebite. Ya duyem: Ji bo ku xwe ji xetereyên nefsa emare û hîsiyatên kor xilas bikin, hewl dane ku bi çîleyan, bi riyazetan nefsa xwe bikujin.

   Hûn ey birayên min ên ku nîvê tendurustiya laşê xwe winda kirine! Du esaên kurt û hêsan û sebeba seadetê bêyî îxtiyara te ji te re hatine dayîn ku her tim rewşa laşê te, zewala dinyayê û fanîbûna mirovan îxtar dike. Êdî dinya nikare te bifetisîne, xeflet nikare çavê te bigre. Ew kesê nîvmirov be nefsa emare nikare bi hewesatên rezîl û bi arzûyên nefsanî bixapîne, zû ji belaya wê nefsê xilas dibe.   

   Va ye bawermend bi raza îmanê û bi teslîmbûnê û bi tewekulê di demeke kurt de dikare wek çîleyên ehlê welayetê ji wê nexweşiya wek felcê îstîfade bike. Wê demê ew nexweşiya giran gelek erzan dikeve.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat