Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Haletên wek îstîrehet û bêdengî, bêtevgerî û rawestîn ji ber ku nêzî edemê û hîçatiyê ye, tarîtiya ku di edemê de ye dide hîskirin û diltengiyê dide. Lê tevger û veguherîn (tehewul), wicûd e, heyînê dide hîskirin. Heyîn (wicûd) jî xalis xêr e, nûr e.

   Madem rastî ev e; nexweşiya te ji bo hin wezîfeyên wek vê jiyana wisa giranbuha safî bike, xurt bike, bide pêşxistin, berê wan cîhazên te yên dî yên însanî yên di laşê te de ne ji bo alîkariyê bide derdora organa nexweş û neqşên navên cuda cuda yên Sani‘ê Hekîm nîşan bide, ji laşê te re wek mêvanekî hatiye birêkirin. Înşellah wê wezîfeya xwe zû biqedîne û here. Û wê ji sihetê re wisa bêje “tu were li cihê min bimîne, wezîfeya xwe bike. Ev xanî yê te ye, di nav xweşiyê de bî.”

   DERMANÊ BÎSTEMÎN: Ey nexweşê ku ji derdê xwe re li dermên digere! Nexweşî du qism in. Qismek rasteqîn e, qismek wehmî ye. Heçî qismê wê yê rasteqîn e, Şafiyê Hekîmê Zulcelal di dermanxaneya gewre ya dinyayê de ji her derdî re dermanek îstîf kiriye. Ew dermanana derdan dixwazin. Ji her derdekî re dermanek afirandiye. Ji boyî tedawiyê standina dermanan û bi kar anîna wan rewa ye; bes divê mirov zanibe ku bandor û şîfayê ji Cenabê Heq e. Wek çawa wî derd daye, şîfayê jî wê ew bide.   

   Bicîanîna şîretên doktorên usta ên dîndar dermanekî girîng e. Ji ber ku piraniya nexweşiyan; ji sûî îstîmalan, ji bêparêziyê, ji îsrafê, ji xetayan, ji sefahetê, ji bêdiqetiyê tê. Doktorê dîndar, bêguman wê di daîreyeke meşrû’ de şîretan bike, wê tewsiyeyan bike. Wê ji xerabikaranînê û îsrafê asteng bike, wê teseliyê bidiyê. Nexweş wê ewleyiya xwe bi wan şîret û teseliyê bîne û wê nexweşiya wî sivik bibe, ji dêl diltengiyê, wê ferehekê bide.   

   Bes, heçî qismê nexweşiya wehmî ye, dermanê wê ya herî bibandor ew e ku mirov girîngiyê nediyê. Hinde girîngî were dayîn wê mezin bibe, zêde bibe. Ku girîngî neyê dayîn biçûk dibe, belav dibe. Wek çawa ku mirov hinde têkilî mêşhungivan bibe wê li ser serê mirovî kom bibin, ku mirov têkilî wan nebe wê belav bibin. Hem ku mirov hinde girîngiyê bide xiyaleke wî tayê ku di tariyê de li ber çavê wî diqeliqe wê mezin bibe, heta carinan dibe ku wî dîn bike. Ku girîngiyê nediyê wê bibîne ku ew tayê adî ne mar e, wê kena wî bi wê telaşa ku di serê wî de ye bê.    

   Ev nexweşiya wehmî eger gelek dewam bike wê veguhere heqî­qetê. Ji merivên wehham û bêhnteng re nexweşiyeke xerab e, ‘nîskê dike gîsk’, wê quweta wî ya manewî bişikê. Bi taybetî eger rastî nîvdoktorên bêmerhemet yan jî doktorên bêwîjdan were, wê wehma wî bêhtir tehrîk bike. Eger dewlemend be wê malê wî here, nebe, yan wê aqilê wî here yan jî tendurustiya wî here.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat