Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   DERMANÊ NOZDEHEMÎN: Hemû navên Cemîlê Zulcelal, bi tabîra semedanî ya “esmaûl husna” spehî ne. Di nav mewcûdatê de neynika semedaniyetê ya herî letîf, herî bedew û herî cami’ jî jiyan e. Neynika bedewî bedew e. Neynika ku spehîtayiyê spehiyê nîşan dide spehî dibe. Wek çawa ji aliyê wî spehiyî ve çi bête serê wê neynikê spehî ye, tişta bête serê wê jiyanê jî ji aliyê heqîqetê ve spehî ye. Ji ber ku nexşên spehî yên wî esmaul husnayê ku spehî ne, nîşan dide. Jiyan eger daîma di xweşiyê de here, dibe neynikeke kêm. Belkî ji aliyekî ve edem û neyîn û hîçîtiyê dide hîskirin û diltengiyê dide, qîmeta jiyanê dadixe, xweşiya temenî vediguherîne diltengiyê. Ji bo ku dema xwe zû derbas bike, ji diltengiyê yan wê bikeve sefahetê yan kêf û zewqê. Wek maweya li girtîgehê neyartiya temenê xwe dike, dixwaze zû bikuje, derbas bike. Bes ew jiyana ku di veguherînê de, di hereketê de û di helwestên cuda cuda de biqulibe, qîmetê xwe dide hîskirin û girîngî û xweşiya temenî dide zanîn. Di meşeqet û musîbetê de jî be naxwaze temenê wî derbas bibe. Ji diltengiyê nake of of û nabêje “Eman roj neçû ava”, yan “şev xilas bû”.   

   Erê, ji efendiyekî gelek dewlemend û bêkar îstirheta wî di cih de û her tiştê wî mukemel bipirse “Rewşa te çawa ye?” bêguman tuyê gotinên wisa kedernak jê seh bikî: “Eman, wext derbas nabe, were em şeşo pêncekê bilîzin, yan jî ji bo ku em dema xwe derbas bikin em kêf û şahiyekê peyda bikin”. Yan jî tuyê gazincên wisa “Ev tişta min kêm e, xwezî min ev kar kiribûya” ku ji emela dirêj (tûlê emel) tên seh bikî.    

   Tu ji musîbetzedeyekî yan ji paleyekî, ji xizanekî ku di rewşeke zehmetî de ye bipirsî, “tu di çi rewşê de yî?” Eger hişê wî li serê wî be dê wisa bêje: “Şukir ji Rebê min re, ez baş im, ez dixebitim. Xwezî roj zû neçûbûya (ava) ku min ev karê xwe xilas kiribûya. Dem zû derbas dibe, temen ranaweste, diçe. Çendî ez zehmetiyê (jî) dikêşim bes wê ev jî bibore. Her tişt wisa zû derbas dibe.” Û ji hêla manewî ve û ji ber derbasbûna wê, bi xemgînî dide zanîn ka temen çiqas giranbuha ye. Nexwe bi zehmetiyê û bi xebatê tama temenî û qîmetê jiyanê fêm dike. Heçî îstîrehet û tendurustî ye temenî tehl dike ku dixwaze zû derbas bibe.    

   Ey birayê nexweş! Zanibe ku wek çawa di rîsaleyên dî de bi berfirehî û bi qet‘î hatiye îsbatkirin ku, havênê musîbetan, xerabiyan, heta gunehan edem (tune) e. Edem jî xerabî ye, tarî ye.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat