Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Nexweşî sebeba duayeke wisa xalis e. Hem nexweşê dîndar û hem ew bawermendên ku li nexweşî dinêrin jî divê sûdê ji vê duayê werbigirn.

   DERMANÊ HEJDEHEMÎN: Ey ew nexweşê ku dest ji şukrê berdayî û gazincê dike! Gazinc ji heqekî tê. Tu heqê te winda nebûne ku tu gazincan dikî; belkî li ser te heq e ku tu gelek şukir bikî, te nekir. Te hê heqê Cenabê Heq nedayiyê tu gazincên wisa dikî ku her wekî tu bi awayekî neheq heqî bixwazî. Tu nikarî li yên tendurust ên di mertebeyên ser xwe re binêrî û gazincan bikî; belkî tu mukelefê wê yî ku tu li wan nexweşên belengaz ên ji aliyê tendurustê ve di bin te re ne binêrî û şukrê bikî. 1 Destê te şikestî be, binêre li destjêbûyiyan. Çavekî te nebe, li yên ji herdu çavan kor binêre, şukrê Xwedê bike!   

   Erê heqê tu kesî nîne ku li yên di nîmetê de li ser wî re ne binêre û gazincan bike. Û heqê her kesî ew e ku li yên ji aliyê musîbetê ve di ser wî re ne binêre û şukir bike. Ev raz, di hin rîsaleyan de bi mînakekê hatiye ravekirin. Kurtasiya wê ev e:    

   Zatek, rebenekî dibe ser minareyê. Di her pêpelokeke mînareyê de qenciyek û diyariyek cuda cuda dide wî. Tam di ser serê minareyê de diyariya herî mezin didiyê. Li hemberî wan diyariyên cûrbecûr digel ku spasî û minet jê dixwest lêbelê ew mirovê har wan hemû diyariyên ku di wan pêpelokan de dîtî ji bîr dike, yan jî tune dihesibîne, şukir nake û li jor dinêre. Eger ev mirov bêje “Xwezî minare dirêjtir bûya, ez hê jî çûbûma jor! Çima bi qasî çiyayî yan jî wek minareyên dî ne bilind e?” û dest bi gilî û gazincan bike çiqas kufranê nîmet e û neheqî ye. Eynen wisa jî mirovek digel ku ji tuneyê hatiye wicûdê, nebûye kevir, nebûye dar, nemaye heywan, bûye mirov, wek Musilmanekî, gelek deman tendurust û xweşî dîtî û dereceyeke nîmetê ya bilind bi dest xistî, îca ji ber hinek arizeyan ne layiqî nîmetên wek sihet û afiyetê be yan jî bi sûê îxtiyara xwe yan jî bi sûê îstîmala xwe ji dest xwe derxistibe yan jî ji ber ku destê wî negihîştî be; ji ber wê rabe gilî bike, bêsebriyê nîşan bide û bêje “Eman, min çi kir ku ev hate serê min?” û bikeve rewşeke wisa ku rexneyê li rubûbiyeta îlahî bigre, eva hanê nexweşiyeke manewî ya wisa ye ku ji nexweşiya madî bêhtir bi musîbet û bi bela ye. Wek bi destê şikestî şer bike, bi giliya xwe nexweşiya xwe zêdetir dike. Yê aqilmend ew e ku bi raza

الَّذِينَ إِذَا أَصَابَتْهُم مُّصِيبَةٌ قَالُوا إِنَّا لِلَّهِ وَإِنَّا إِلَيْهِ رَاجِعُونَ

teslîm bibe û sebir bike, ta ku ew nexweşî wezîfeya xwe biqedîne û biçe.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat