Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Belê, lênêrîna nexweşan bo ehlê îmanê xêrêke girîng e. Pirsîna rewşa wan û bi şertê ku wî nerehet neke serdana wan suneta seniye ye, keffaretuz-zunûb e. Di hedîsê de heye ku duayê nexweşan bigre, duayê wan meqbûl e. 1 Nexasim, nexweş lêzim (eqreba) be, bi taybetî da û bav be, xizmeta wan îbadeteke girîng e, xêreke muhîm e. Xweşkirina dilê nexweşan, teselîdana wan, dikeve şûna sedeqeyeke girîng. Ew zarok bextewar e yê ku di dema nexweşiya da û bavên xwe de dilê wan ên diltenik memnûn dike û duayên wan ên xêrê werdigre.   

   Belê, di jiyana civakî de heqîqeteke herî muhterem weziyeta wê zaroka baş e ku hemberî şefqeta dê û bavê xwe de, di dema nexweşiya wan de, bi rêzeke tam û şefqeteke layiqî ewladî muqabele dike ku li hember vê rewşa wî û li hember dîmena wefadar a ku ulwiyeta mirovayê nîşan dide de heta firîşte jî teqdîr dikin û dibêjin “Maşaleh, barekellah!” û li çepikan dixin.   

   Erê, di dema nexweşiyê de ji wê şefqet û dilpêvemayin û merhemeta ku ji derdorê xuya dibe tameke wisa gelek xweş û miferih tê ku kedera nexweşiyê tune dike. Meqbûlbûna duaya nexweşî meseleyeke girîng e. Ji ber vê nexweşiya min a ku jê re qolinc dibêjin, ev serê sîh-çil salan e ji boyî şîfayê min dua dikir. Min fam kir ku nexweşî, ji boyî duayê hatiye dayin. Dua bi duayê, yanî ji ber ku dua bixwe xwe ranake, min fêm kir ku encama duayê uxrewî ye, (Haşiye) ew bixwe çeşîdeke îbadetê ye û bi saya nexweşiyê hejariya xwe fêm dike û penahî dergahê îlahî dibe. Ji ber hindê, ev serê sîh salan e ez duayê şîfayê dikim jî ji ber ku zahîren duaya min qebûl nebûye, nehatiye dilê min ku ez terka duayê bikim. Ji lewra dua zemanê nexweşiyê ye, şîfa ne encama duayê ye; belkî ku Cenabê Hekîmê Rehîm şîfayê bide ji fedla xwe dide.   

   Hem, eger dua bi awayê ku em dixwazin qebûl nebe, nayê gotin ku ew dua neqebiliye. Xaliqê Hekîm çêtir dizane, ji faydeya me re kîjan bixêr be wê dide. Carinan duayên me yên derbarê dinyayê de ji boyî faydeya me werdigerîne axreta me û wisa qebûl dike. De ka, duaya ku bi raza nexweşiyê xulûsiyet peyda kirî, xasma duayeke ku ji zebûnî û bêhêzî û tezelûl û hewcedariyê hatî gelek nêzî qebûlê ye.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat