Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Tu, ey nexweşê ku dike ax û fîzar! Eger tu bixwazî beşdarî wê qafîleya nûranî bibî, di nav sebrê de şukir bike. Yan jî eger tu gilî bikî, wana te naxin di nav qafîleya xwe de. Tuyê bikevî çala ehlê xefletê de. Tuyê di rêyeke tarî de herî.

   Belê, hin nexweşî hene ku eger di encama wê de mirin çêbibe, dikeve şûna şehîdekî manewî, dibe sebeba dereceya welayeteke wek şehîdbûnê. 1 Bi kurtî, kesê bi êşa zarokbûnê, (Haşiye) zikêşê, xeniqînê, şewatê û ta‘ûn û webayê wefat bike, şehîdên manewî ne, her weha gelek nexweşiyên bimbarek hene ku bi mirinê dereceya welayetê dide qezenckirin. Hem nexweşî ji ber ku eşqa dinyayê û eleqeya wê kêm dike, wê veqetîna ku ji ehlê dinyayê re gelek elemnak û gelek biêş e, sivik dike, carinan jî pê dide hezkirin.

   DERMANÊ ŞAZDEHEMÎN: Ey ew nexweşê ku ji diltengiyê gilî dike! Nexweşî, hurmet û merhemeta ku di jiyana civakî ya mirovî de ya herî girîng û herî xweş e, telqîn dike. Ji ber ku ji îstîxnaya ku mirovî sewqî wehşet û bêşefqetiyê dike, xilas dike. Lewra bi raza

اِنَّ اْلاِنْسَانَ لَيَطْغَى اَنْ رَآهُ اسْتَغْنَى

nefsa emare, bi sedem wê îstîxniya ku ji sihet û efiyetê tê, li hemberî gelek biratiyên ku layiqî hurmetê ne, hurmetê hîs nake.Û ji musîbetzede û nexweşiyên ku şayanê merhemet û şefqetê ne şefqetê hîs nake. Kengê nexweş bikeve, di wê nexweşiyê de bêhêzî û hejariya xwe fêm dike, giramiyê nîşanî birayên xwe yên ku layiqî hurmetê ne, dide. Li hemberî birayên xwe yên mu’min ku hatine serdana wî, yan jî alîkariya wî kirene hurmetê hîs dike. Li hemberî musîbetzedeyan, ku şefqeta însanî ya ji riqeta cînsî tê û xesleteke Îslamî ya herî girîng e, merhemetê hîs dike û wan qiyasî nefsa xwe dike, dilê wî tam bi wan ve dimîne, şefqetê li wan dike, ji destê wî were dê alîkariyê bike, qe nebe wê dua bike, hîç nebe dê halê wî yê ku şere‘en sunet e, bipir se û xêrê qezenc bike.

   DERMANÊ HEVDEHEMÎN: Ey ew nexweşê ku bi sebeb nexweşiyê ji nekirina xêran gilî dike! Şukir bike. Ya deriyê xalistirînê xêran li ber te vekirî, nexwe­şî ye. Nexweşî, daîmî ji nexweş re û ji nexweşnêrên ku ji bo Xwedê lê wan dinêre xêrê dide qezenckirin, digel wê jî ji qebûlkirina duayan re wesîleyeke herî girîng e. 2

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat