Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Demekê çavê metika Silêmanê Barlayî yê ku heşt salan bi dilsoziyeke tam ji min re xizmet kirî û qet dilê min nehêlayî, kor bû. Wê pîreka salîhe li ber deriyê mizgeftê ez girtim û sed qatî ji hedê min zêde derheqê min de husnuz-zen kir û got: “Dua bike ku çavê min vebe”. Min jî salihbûna wê pîreka bimbarek û meczûbe ji duaya xwe re kir mehdervan û lava kir: “Ya Rebî li ser hurmeta salihbûna wê, çavê wê veke.” Piştî wê rojekê doktorekî çavan ê Burdurî hat çavê wê vekir. Piştî çil rojan dîsa kor bû. Ez jê re gelek xemgîn bûm, min gelek dua kir. Înşellah ew dua bo axreta wê qebûl bûye. Yan jî ew duaya min di heqê wê de wê bibûya beduayeke şaş. Ji ber ku çil roj ecelê wê mabû. Piştî çil rojan –rehmeta Xwedê lê be- wefat kir. Va ye ew merhûme ji dêl ku bi çavê extiyariyê yê hestyar li baxên hezînanne yên Barlayê binêre, di gora xwe de çil hezar rojan seyrkirina baxên bihiştê qezenc kir. Ji ber ku îmana wê qayim bû, salihbûna wê zêde bû.    

   Erê, bawermendek perde bikeve ser çavê wî/wê û çavê wî wisa kor bikeve gorê, li gorî dereceya xwe, ji ehlê qebrê gelek bêhtir dikare li wê alema nûrê temaşe bike. Li vê dinyayê wek çawa em gelek tiştan dibînin bawermendên kor nabînin. Kesê kor, bi îmanê miribe di gorê de wê ji ehlê gorê bêhtir bibîne. Her wekî bi wan dûrbînên ku dûrtirînê nîşan didin binêrin, li gorî derceya xwe di gora xwe de wê wek sînemayê li baxên bihiştê temaşe bike. Va ye çavekî wisa gelek binûr ku di bin axê de bihişta li ser asîmên re ye bibîne tu dikarî di bin perdeya çavê xwe (yê ku perde ketî ser) de û bi şukr û sebrê bi dest bixî. Va ye ew doktorê çavan ê ku wê perdeyê ji ber çavê te rake û bi wî çavî bi te bide nêrîn Qur’ana Hekîm e.

   DERMANÊ PAZDEHEMÎN: Ey ew nexweşê ku ax û nalînê dike! Li zahira nexweşiyê menêre û meke ax; li maneya wê binêre û bêje ox! Eger maneya nexweşiyê ne tiştekî baş bûya, Afirînerê Dilovan nexweşî nedida evdên xwe yên ku herî zêde ji wan hez dike. Halehal di hedîsê sehîh de heye ku

اَشَدُّ النَّاسِ بَلاَءً َاْلاَنْبِيَاءُ ثُمَّ اْلاَوْلِيَاءُ َاْلاَمْثَلُ فَاْلاَمْثَلُ

   Yanî, “Yên herî zêde bela bi serê wan hatî qenctirîn û kamiltirînê mirovan in.” 1  

   Di serî de Hezretî Eyûb (e.), pêxemberan, paşê weliyan û paşê evdên salih bi çavê îbadeteke xalis û diyariyeke rehmanî li nexweşiyên ku kişandine, nêrîne û di nav sebrê de şukir kirine. Emeliyateke cerahî ya ji dilovaniya Xaliqê Rehîm hatî dîtine.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat