Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   DERMANÊ SÊZDEHEMÎN: Ey mirovê bêçare yê ji nexweşiyê giliyê dike! Nexweşî ji hinan re defîneyeke girîng e û diyariyeke îlahî ya gelek qîmetdar e. Her nexweş dikare nexweşiya xwe ji wî çeşîdî tesewur bike.

   Madem wextê ecelê ne diyar e; Cenabê Heq ji bo ku mirovî ji bêhêvîtiya tam û ji xefleta mutleq xilas bike, da ku di navbera tirs û ûmîdê de, hem dinya û hem axretê bihêwişîne, bi hîkmeta xwe ecel veşartiye. Madem dibe ku her demê ecel were, eger di xefletê de mirovî bigre, dibe ku gelek zererê bide jiyana wî ya ebedî. Nexweşî xefletê belav dike, axretê dide fikirandin, mirinê tîne bîra wî, bi wî awayî xwe amade dike. Carinan karekî wisa yê wî çêdibe ku, wê mertebeya ku di bîst salan de bi dest nexistî di bîst rojan de qezenc dike.    

   Bi kurtî, di nav hevalên me de -rehma Xwedê li wan be- du xort hebûn. Yek ji wan Sebriyê Îlamayî bû, yê dî jî Wezîrzade Mustefayê Îslamkoyî bû. Ev herdu zat, di nav şagirdên min de her çiqas bêqelem jî bûn, lê min bi heyret didît ku di semîmiyetê de û di xizmeta îmanê de, di sefa herî pêş de ne. Min hîkmeta wê nedizaniya. Piştî wefata wan min zanî ku herdukan jî nexweşiyeke wan a girîng hebû. Bi îrşada wê nexweşiyê nîsbet xortên din ên xafil ên ferz diterikandin ketibûn teqwayeke girîng û xizmeteke herî biqîmet û ji axretê re feydedar. Înşellah zehmetiya wan du salan a nexweşiyê bûye sedema milyonan salên seadeta jiyana ebedî. Ez wan duayên ku carinan min ji wan re dikir niha fêm dikim ku ew dua ji aliyê dinyayê ve bûne bedua. Înşellah ew duaya min ji bextewariya axretê re qebûl bûye.

   Va ye van herdu zatan, li gorî baweriya min karekî qasî qezenca ku ‘bi teqwaya deh salan tê bi dest xistin’ peyda kirin. Eger herdukan wek hin xortan baweriya wan bi sihet û xortaniya wan bihata û biketana xeflet û sefahetê û mirinê jî ew raçav bikira û tam di nav pîsiya gunehan de ew girtibana, ji dêl defîneya nûrê, dê gora xwe kiribana hêlîna dûpişk û maran.    

   Madem menfeeteke wisa ya nexweşiyan heye, divê gilî jê neyê kirin; bi tewekulê, bi sebrê, belkî bi şukrê divê îtîmad bi rehmeta îlahî ye were kirin.

   DERMANÊ ÇARDEHEMÎN: Ey ew nexweşê ku perde ketî ser çavê wî! Eger tu bizanî di bin wê perda ku ketî ser çavê bawermendî de çi nûrek heye û çi çavekî manewî heye, tuyê bibêjî “Sed hezar şukir bo Rebê min ê Rehîm.” Ji boyî raveya vê merhemê ezê bûyerekê bibêjim. Wisa ku:

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat