Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

daîreya saetê ya ku saniyeyan dijimêre û daîreyên ku deqîqe û saet û rojan dijimêrin li gorî ku dixuye dişibihin hev; bes di lezê de ji hev cuda ne. Wisa jî, daîreyên cisim, nefs, qelb û rûh ên di însanî de ne dijberê hev in. Wek mînak: Beqaya cismî û her weha jiyana wî û wicûda wî ew roja ku tê de ye, belkî jî saetek e, raborî û îstiqbala wî tuneye (madûm) û miriye; digel vê çendê, qelb, ji wê roja tê de ye gelek rojan berî wê û hetanî gelek rojan piştî wê daîreya wicûda wî fireh e. Rûh, daîreyeke mezin e ku çendîn salan berî roja ku tê de ye û çendîn salan piştî wê di nava daîreya jiyana wî û wicûda wî de heye. Va ye li ser vê qabiliyetê ye ku temenê fanî yê vê dinyayê ji aliyê me‘rîfeta îlahî, muhebeta rebbanî, ubûdiyeta subhanî û merziyeta rehmanî yên wesîleyên jiyana qelbî û rûhî ne, temenekî baqî di nav xwe dihewîne û encama temenekî ebedî û baqî dide û dikeve şûna temenekî baqî û nemir de.    Erê di riya muhabet û me‘rîfet û rizaya Baqiyê Rasteqîn de saniyeyek salek e. Eger ne di riya wî de be salek saniyeyek e. A rast di riya wî de saniyeyek nemir e, gelek sal in. Û ji aliyê dinyayê ve sed salên ehlê xefletê di şûna saniyeyekê de ne. Gotineke meşhûr a wisa heye:

سِنَةُ الْفِرَاقِ سَنَةٌ وَسَنَةُ الْوِصَالِ سِنَةٌ

Yanî: “Saniyeyeke jiheveqetînê bi qasî salekê dirêj e û saleke wîsalê bi qasî saniyeyekê kurt e.” Ez tam û tam berevajiyê vê fiqreyê dibêjim ku: Wîsal, yanî saniyeyeke wîsala lîwechîllah a di daîreya rizaya Baqiyê Zulcelal de ne ku tenê salek e, belkî paceyeke wîsalê ya daîmî ye. Ne ku salek, belkî hezarê salan ên di nav veqetîna xeflet û delaletê de di şûna saniyeyekê de ne. Gotineke wisa ya ku ji wê gotinê hîn bêhtir meşhûr heye:

اَرْضُ الْفَلاَتِ مَعَ اْلاَعْدَاءِ فِنْجَانٌ سَمُّ الْخِيَاطِ مَعَ اْلاَحْبَابِ مَيْدَانٌ

 Hukmê me teyîd dike.

   Maneyeke rast a gotina pêşî ya meşhûr eve ye: Wîsala mewcûdata fanî madem fanî ye, çiqas dirêj jî be dîsa di hukmê kurtiyê de ye. Sala wê mîna saniyeyekê derbas dibe; dibe xiyaleke bihesret û xewneke biesef. Qelbê însan ê ku beqayê dixwaze, di saleke wîsalê de, di saniyekokê tenê de bes bi qasî zerreyekê tamê seh dike. Lê heçî veqetîn e, saniyeya wê ne salek e, bi hesabê salan in. Lewra meydana veqetînê fireh e. Veqetîn her çiqas saniyeyek jî be di wî qelbê ku beqayê dixwaze de bi qasî salan texrîbatê çêdike. Lewra veqetînên bêhed û bêhesab tîne bîra mirov. Ji hezkirinên madî û suflî re raborî û pêşeroj tev veqetîn in.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat