Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   DERMANÊ YAZDEHEMÎN: Ey birayê nexweşê bêsebr! Nexweşî digel ku elemeke hazir dide te, lêbelê xweşiyeke manewî ya ku ji zewala wê nexweşiyê ya ji roja pêşî heta îro û xweşiyeke rûhî ya di xêra wê de ye jî dide. Ji îro û şûnde, belkî ji vê saetê û şûnde nexweşî nîne; bêguman di “nîne”yê de elem nîne. Piştî ku elem nebe wê xemgînî jî nebe. Te xelet tewehum kiriye, ji ber wê bêsebrî çêdibe. Lewra, hemû ew zemanê nexweşiya berê ya hetanî îro madiya wê çûye, bi çûna wê elem jî digel wê çûye, xêra di wê de û xweşiya ji zewala wê maye. Vêya hanê diviya kar û kêf dabûya te, lê ku tu wê mitale bikî û kedernak bibî û bêsebriyê bikî ev dînîtî ye. Rojên îstiqbalê hê nehatine. Ku mirov wan rojan hêj niha bihizrîne, di rojeke neyî de, ji ber nexweşiyeke neyî, ji elemeke neyî, bi dilxuşûşî bifikire û kedernak bibe, bêsebriyê nîşan bide û rengekî wicûda bide ‘neyî’ya bi sê mertebeya ‘neyî’ eger ne dînîtî be nexwe çi ye?   

   Madem zemanên nexweşiya te ya beriya vê saetê xweşiyê didin. Û madem ew zemanê piştî vê saetê madûm (tune) ye, nexweşî madûm e, elem madûm e, tu hemû wê hêza sebrê ya ku Cenabê Heq dayî te, bi vî awayî bi çep û rastê ve belav meke, li hemberî elema ku di vê saetê de ye kom bike. Bêje “ya Sebûr”, û xwe ragire.

   DERMANÊ DUWANZDEHEMÎN: Ey ew nexweşê ku bi sebeb nexweşiyê ji îbadet û ewradê xwe bêpar mayî û ji ber vê bêparbûnê xemgîn bûyî! Bizane ku, bi hedîsê sabit e ku, “Bawermendê muteqî, xêra wî wirdê xwe yê ku sebeb nexweşiyê nekirî, di dema nexweşiyê de dîsa distîne.” 1  Ew nexweşê ku hetanî mumkin be ferzên xwe bike, ji ber ku ew ferzên xwe bi sebr û tewekulê kiriye, di dema wê nexweşiya giran de cihê sunetên dî, bi awayekî xalis nexweşî digre.

   Hem nexweşî wê bêhêzî û zeîfiya ku di însên de ye dide hîskirin. Bi lîsanê wê bêhêzî û bi zimanê wê zeîfiyê bi hal û bi qal duayekê pê dide kirin. Cenabê Heq bêhêziyeke bêhed û zeîfiyek bêpayan daye însên, da ku her tim penahî dergahê îlahî bibe û niyazê bike, duayê bike.

قُلْ مَا يَعْبَؤُا بِكُمْ رَبِّى لَوْلاَ دُعَاؤُكُمْ

   Yanî, ji ber ku bi raza ayeta “Eger duaya we nebe çi girîngiya we heye?” sebebeka dua û niyaza semîmî ya hîkmeta afirandina mirovî û sedema qîmeta wî, dua ye, ji wî aliyî ve divê gilî neyê kirin, divê şukrê Xwedê bête kirin û divê ew muslixa duayê ya ku nexweşiyê vekirî bi destxistina afiyetê neyê girtin.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat