Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Ya Duyemîn: Mirin wek zahirî dixuye, ne hêwilnak e. Me di gelek rîsaleyan de bi awayekî qet‘î û bêguman bi nûra ku Qur’ana Hekîm îsbat kiriye ku mirin bo ehlê îmanê terxîseke ji zehmetiya wezîfeya jiyanê ye. Hem di îmtîhana meydana dinyayê de, ji ubûdiyeta ku talîm û talîmat e, karberdanek e. Hem wesîleyek e ji bo gihana ji sedî nod û neh ji dost û eqrebayên te yên ku çûne dinyaya dî. Hem wasîteyek e ji bo gihîştina welatê te yê heqîqî û meqamê seadeta ebedî. Hem vexwendinek e ji zîndana dinyayê bi bal bostanên bihiştê ye. Hem nobeteka wergirtina ucretê ye ku Xaliqê Rehîm ji fedla xwe li hemberî xizmeta xwe ya te ku jê re kiriye dide. Madem di rastiya xwe de naveroka mirinê ev e; divê mirov bi awayekî hêwilnak lê nenêre; belkî divê bi çavê destpêkeka rehmet û bextewariyê lê binêre.

   Hem ya ku hin ehlê Xwedê ji mirinê ditirisin, ew ne ji dehşeta mirinê ye; belkî ji ber wê çendê ye ku ji bo ku bêhtir xêrê bi dest bixin dixwazin wezîfeya jiyanê dewam bike. Erê ji bo ehlê îmanê mirin deriyê rehmetê ye, ji boyî ehlê delaletê bîra zulûmata ebedî ye.

   DERMANÊ DEHEMÎN: Ey ew nexweşê ku belasebe endîşe dike. Tu ji giraniya nexweşiya xwe endîşe dikî. Ew endîşeya te nexweşiya te girantir dike. Eger tu bixwazî nexweşiya te sivik bibe, lêbixebite ku tu endîşeyê nekî. Yanî feyde û xêrên nexweşiyê û zûderbasbûna wî bifikire, endîşeyê rake, koka nexweşiyê qut bike.    

   Belê, endîşe nexweşiyê dike du qat. Di bin nexweşiya te ya madî de bi wê endîşeyê nexweşiyeke manewî dixe qelbê te de, nexweşiya madî pala xwe dide wê û dewam dike. Eger bi teslîmiyetê, bi rizayê û bi bifikirîna hîkmeta wê nexweşiyê ew meraq here, kokeka girîng a wê nexweşiyê qut dibe, sivik dibe, qismen diçe. Bi taybetî dîrhemeke nexweşiya ji gumreşî (ewham) tê, carinan bi wasîteya endîşeyê bi qasî deh dîrheman mezin dibe. Bi qutbûna endîşeyê ji dehan nehê wê nexweşiyê diçe.

   Wek çawa meraq nexweşiyê zêde dike, ji ber ku di şûna tawanbarkirina hîkmeta îlahî de ye û rexnekirina rehmeta îlahî ye û giliya ji Xaliqê Rehîm e, sîleyeke dijê meqseda xwe dixwe, nexweşiya wê zêde dike. Belê wek çawa şukir nîmetê zêde dike, eynen wisa gilî jî nexweşiyê û musîbetê zêde dike.

   Hem meraq bixwe jî nexweşiyek e. Dermanê wê ew e ku mirov hîkmeta wê bizane. Madem te hîkmeta wê, faydeya wê zanî, (nexwe) wê merhemê li wê meraqê bixe, jê xilas bibe. Ji dêl “ax”ê bêje “ox”, ji dêl “Çi heyf! Heywax!”ê bêje:

اَلْحَمْدُ لِلّٰهِ عَلىٰ كُلِّ حَالٍ

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat