Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   DERMANÊ HEŞTEMÎN: Ey ew nexweşê ku li axreta xwe difikire! Nexweşî wek sabûnê qirêjên gunehan dişo, paqij dike. Bi hedîsa sehîh sabit e ku nexweşî kefaretu’z-zunub e. 1 Hem di hedîsê de heye ku “Dara ku fêkiyên wê pijayîn were hejandin çawa fêkiyên wê dikevin, dema nexweşekî bawermend diricife jî gunehên wî/wê wisa dadiweşin. 2

   Guneh di jiyana ebedî de nexweşiyên daîmî ne; di vê jiyana dinyayê de jî ji bo qelb, wîjdan û ruh nexweşiyên manewî ne. Eger tu sebir bikî û gilî nekî, tu bi vê nexweşiya demkî ji gelek nexweşiyên daîmî xilas dibî. Eger te hay ji gunehan nebe, yan tu axretê nezanî yan jî tu Xwedê nas nekî, di te de nexweşiyek wisa hêwilnak heye ku milyon carî ji vê nexweşiya biçûk a di te de ye mezintir e, ji ber hindê feryad bike. Lewra qelb û giyan û nefsa te, bi mewcûdata hemû dinyayê ve eleqedar in. Bi veqetîn û zewalê, her tim ew eleqe qut dibin û bê hed birînan di te de vedikin. Baxusûs, ji ber ku haya te ji axretê tuneyî û tu mirinê jî îdama ebedî xiyal dikî, goya wicûdeke te ya kul û birîn ya pir nexweş heye. Va ye serê pêşî, pêwist e tu li dermanê îmana ku ji nexweşiyên bêhed ên vê wicûda te ya mezin a manewî ya gelek birîndar û nexweş e re dermanekî ku qet‘î şîfayê dide, bigerî û baweriya xwe sererast bikî, ku kurtirîn riya peydakirina wî dermanî ew e ku, tu di binê vê perdeya xefletê ya ku vê nexweşiya bedenî ew çirandî, di paceya ku ze‘f û ‘ecza te nîşanî te dayî, kudret û rehmeta Qedîrekî Zulcelal nas bikî.   

   Belê, yê Xwedê nas nekirî, bi qasî tijîbûna dinyayê bela li ser wî hene. Yê Xwedê nas kirî, dinyaya wî ji nûr û ji kêfa manewî tijî ye; li gorî dereceya xwe û bi hêza îmanê hîs dike. Elema nexweşiyên cuz’î û madî, di bin şadî û şîfa û xweşiya manewî yên ku ji vê îmanê sadir bûyî de dimîne û dipelçiqe.

   DERMANÊ NEHEMÎN: Ey ew nexweşê ku Xwedayê xwe nas dike. Heçî elem û tirsa ku ji nexweşiyê tê, ew e ku nexweşî dibe sedema mirinê. Mirin ji ber ku ji aliyê nezera xefletê û zahirî ve hêwilnak e, nexweşiyên ku dibe ku bibin sedema wê jî ditirsîne û telaşê dide.   

   Ya pêşî, bizane û bi qet‘î baweriyê bîne ku ecel hatiye teqdîrkirin, naguhere. Gelek kesên ku li ser nexweşên xwe yên pirr giran giriyayî û yên tendurustiya wan baş bûne, mirine, ew nexweşên giran şîfa dîtine û rihet bûne.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat