Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   DERMANÊ ŞEŞEMÎN 1 : Ey birayê min ê ku li zewqa dinyayê difikire û ji nexweşiyê êşê dikêşe! Ev dinya eger daîmî bûya û di riya me de mirin nebûya û baya veqetîn û zewalê nehatibûya û di pêşeroja bimusîbet û bibahoz de demsalên zivistana manewî nebana, ezê jî digel te ji rewşa te re biêşiyama. Bes, madem wê rojekê dinya ji me re bêje “Haydê derkeve derve!” û wê guhê xwe ji feryadên me bigre. Hê wê em neqewirandine derve, divê em ji niha de bi hişyariyên van nexweşiyan dev ji eşqa wê berdin. Hê wê terka me nekirî, divê em ji dil hewla terikandina wê bidin. Belê, nexweşî evê maneyê dixe bîra me û dibêje ku: “Bedena te ne ji kevir û hesin e, belkî ji hin madeyên muxtelîf çêbûye ku daîmî musaide ji bo veqetînê. Dev ji xurûrê berde, hejariya xwe bizane, malikê xwe binase, wezîfeya xwe hîn bibe û sebebebê hatina xwe ya dinê fêr bibe. Ev maneyana tête qelbê guh.

   Hem, madem ku zewq û xweşiya dinyayê dewam nake, xusûsen ku ne meşru‘ be, hem digere ne daîmî, hem bi elem, hem jî bi guneh. Ji ber ku ew zewq ji destê te derketiye bi bahaneya nexweşiyê megirî, berevajî, li îbadetê manewî û sewaba uxrewî ya di nexweşiyê de ye bifikire, hewl bide ku tu zewqê jê werbigrî.

   DERMANÊ HEFTEMÎN: Ey ew nexweşê ku lezeta sihetê winda kirî! Nexweşiya te, tama nîmeta îlahî ya di sihetê de ye nabe, belkî te pê dihesîne û zêde dike. Ji ber ku dema tiştek dewam bike bandora xwe winda dike. Heta ehlê heqîqetê biîtîfaq wisa dibêjin

اِنَّمَا اْلاَشْيَاءُ تُعْرَفُ بِاَضْدَادِهَا

Yanî “Her tişt bi dijê xwe tê zanîn.” Wek mînak, tarî nebe ronî nayê zanîn, bêtam dibe. Serma nebe germahî nayê fêmkirin. Birçîbûn nebe, tama xwarinê nîne. Herareta mîdeyê nebe, vexwarina avê tamê nade. Nweşî nebe xweşî bê tam e. Merez nebe tendurustî bêtam e.    

   Madem Fatirê Hekîm dixwaze her cûre qenciyên xwe bi mirovî bide hîskirin û her cûre nîmetên xwe bide tamkirin û mirovî daîma sewqî şukrê bike, ku mirov bi cîhazên wisa gelek techîz kiriye ku van nîmetên bêhed ên cûrbecûr ên di vê gerdûnê de tam bike û nas bike, eva hanê nîşan dide ku bêguman wek çawa tendurustî û xweşî daye, wê nexweşiyan, ‘illetan û derdan jî bide. Ez ji te dipirsim: “Eger di serê te de, yan di destê te de yan jî di mîdeya te de ev nexweşî nebûya, te yê ew nîmeta îlahî ya tamxweş û bizewq a wê tendurustiya ku di serê te de ye, di destê te de ye û di mîdeya te de ye hîs kiriba û şukir kiriba? Bêguman, ne ku şukir, belkî te nedifikirî; te yê wisa bêşuûr ew tendurstî di xefletê de, belkî di sefahetê de serf kiriba.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat