Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

îlahî ye, diyariyeke rehmanî ye. Ev serê heşt neh salan e, digel ku liyaqeta min nîne jî, hin zatên xort bi munasebeta nexweşiyê, ji bo duayê tên min dibînin. Bala min kişand, min kîjan xortê nexweş dîtibe, nîsbet xortên dî, hizra axreta xwe dike. Serxweşiya xortaniyê di wan de nîne. Hinekî xwe ji wan hewesatên heywanî yên di nav xefletê de rizgar dikirin. Min jî li wan dinêrî û min hişyarî dida wan ku ev nexweşiya wan a karibe were tehemulkirin qenciyeke îlahî ye. Min digot ku: “Birayê min, ez ne dijberê nexweşiya te de me. Di mijara nexweşiyê de dilê min bi te ve namîne ku hetanî ez dua bikim. Sebir bike hetanî nexweşî te tam hişyar bike. Piştî ku nexweşiyê wezîfeya xwe bi cî anî Afirînerê Dilovan înşellah wê şîfayê bide.”   

   Hem min digot: Hin hinkûfên te bi belaya tendurustiyê ketine xefletê û nimêj terikandine û gorê nafikirin û Xwedê ji bîr dikin û bi saeteke keyfa zahirî ya jiyana dinyayê zererê didin jiyana ebedî ya bêhed û wê xera dikin. Tu bi çavê nexweşiyê wê gora ku teqez tuyê biçiyê û wan qonaxên axretê yên li pişt wê dibînî û tuyê li gorî wê tevbigerî. Nexwe, nexweşî bo te tendurustî ye û ew tendurustiya ku di hin hevalên te de ye, nexweşiyek e.”

   DERMANÊ ŞEŞEMÎN: Ey ew nexweşê ku ji elemê gilî dike! Ez ji te dipirsim: Ka li temenê xwe yê derbasbûyî bihizrîne û wan rojên xwe yên xweş û kêf ên borî yên di wî temenî de û demên xwe yên bela û elemdar li bîra xwe bîne. Teqez yan tuyê bêjî “ox” an tuyê bêjî “ax”. Yanî qelbê te û dilê te yan wê bêjin “Elhemdu lîllahî, şukir” yan jî wê bêjin “Çi heyf! Heywax!” Bala xwe bidiyê, ya ku “Ox, elhemdu lîllah”ê bi te dide gotin, fikirîna wan elem û musîbetên hatine serê te ne ku xweşiyeke manewî bi bîr dixe, ji ber wê qelbê te şukir dike. Ji ber ku zewala elemê lezet e. Wan elemena, wan musîbetana bi zewala xwe di giyanî de lezetek mîrate hiştine ku dema tê bibîranîn ji ruh re lezetek dizê û şukir dinuqute. Ya ku “Çi heyf! Heywax!”ê bi te dide gotin ew rewşên te yên keyf û zewq yên ku zemanê berê te derbas kirine ne ku bi zewala xwe di giyanê te de daîma elemek mîrate hiştine û kengê tu bihizrînî ew elem dîsa der dibe û esef û hesretê diniqutîne.    

   Madem rojek xweşiya nemeşrû carinan saleke elema manewî dide kişandin. Û ew elema ku ji nexweşiya rojekê ya demkî hatî gelek xweşiyên manewî û xêran dide, digel wan jî xweşiyên manewî yên ji xilasbûna zewala wê tên jî hene. Tu li encama vê nexweşiya demkî ya hatî serê te û li mahiyeta xêra wê bihizrîne. Bêjê “Wê ev jî bibore malava!” û ji dêl giliyê, tu şukrê bike.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat