Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Eger nexweşî nebe, tendurustî û xweşî wê xefletê bide, wê dinyayê lê xweş bîne, wê Xwedê bide jibîrkirin. Naxwaze gorê û mirinê li bîra xwe bîne. Wê sermayeyê temenê wî di hewa û hewesî de, beredayî bide mezixandin. Lê nexweşî di derbekê de çavê wî dide vekirin. Ji wicûda wî re û ji laşê wî re wisa dibêje: “Tu ne nemir î, tu ne serberdayî yî, wezîfeyeke te heye. Dest ji quretiyê berde, li Afirînerê xwe bifikire, zanibe ku tuyê têkevî gorê, gorî wê xwe amade bike.”   

   Va ye ji vî aliyî ve nexweşî şîretkarekî wisa ye ku qet naxapîne û murşidekî hişyarker e. Divê gilî jê neyê kirin, belkî divê spasiya wê were kirin, eger zêde giran be divê sebrê bike.

   DERMANÊ ÇAREMÎN: Ey nexweşê gilîkar! Heqê te ne gilî ye; heqê te şukr e, sebr e. Ji ber ku laşê te, organ û cîhazên te ne mulkê te ne. Te ew çênekirine, ji dezgehên din nekirîne. Nexwe mulkê yekî din e. Xwediyê wan, di mulkê xwe de çawa bixwaze dê wisa teseruf bike.    

   Wek di Peyva Bîst û Şeşemîn de hatî gotin, mînak, pîşekarekî gelek dewlemend, gelek mahir ji bo ku pîşeyê xwe yê spehî û serweta xwe ya hêja nîşan bide, bi armanca ku wezîfeya modeltiyê pê bide kirin miskînekî, qasî saetekî biucret digre û wî îşlikî û wî kincê ku bi gewheran xemilandî û gelek bisen‘et dirûtî lê dike. Li ser dixebitîne û hinek weziyet didiyê. Ji bo nîşandayîna pîşeyên xwe yên cûrbecûr ên xarîqe wî îşlikî diqetîne, diguhêre, dirêj dike, kurt dike. Gelo ma heqê wî miskînê ucretdar heye ku ji wî zatî re bibêje: “Tu zehmetiyê didî min, bi wê tewandin û rakirinê azardediliyê didî min. Bi qetandin û kurtkirina vî îşlikê ku min xweşik dike tu xweşikbûna min xera dikî.” Gelo ma dikare bêje “te bêmerhemetî kir, te bêwîjdanî kir?”   

   Ey nexweşo! Va ye wekî vê mînakê, Sani‘ê Zulcelal wî îşlikê cismî yê ku bi hestên wek çav, guh, aqil û qelbî murese’ bi gewheran xemilandî li te kirî, ji bo ku nexşên esmayê xwe yên husna nîşan bide, di gelek rewşan de te berevajî dike û di gelek weziyetan de te diguhêre. Wek çawa bi birçîbûnê tu navê wî yê Rezaq nas dikî, navê wî yê Şafî jî di nexweşiya xwe de bizane. Elem û musîbet ji ber ku hin hukmên esmayên wî nîşan didin, di wana de ji hîkmetê lem‘e (pertew), ji rehmetê şû‘a (tîrêj) û di nav şû‘ayan de gelek xweşî hene. Eger perde vebe, di pişt wê perdeya nexweşiyê ya ku tu gelek jê ditirsî û jê nefretê dikî de tuyê gelek maneyên şêrîn û xweş bibînî.

   DERMANÊ PÊNCEMÎN: Ey nexweşê ku mubtelayê nexweşiyê bûyî! Vî zemanî bi ceribandin qinyata min hatiye ku, nexweşî ji hinan ra qenciyeke

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat