Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Di vê Lem‘eyê de em ji musîbetzede û nexweşan ku ji deh beşên mirovan beşekê teşkîl dikin re Bîst û Pênc Dermanên ku bibe teseliyeke rasteqîn û merhemeke bifayde, bi kurtasî beyan dikin.

   DERMANÊ YEKEMÎN: Ey nexweşê bêçare! Meraq meke, sebir bike. Nexweşiya te ji te re ne derd e, belkî çeşîdeke derman e. Ji ber ku temen sermayeyek e, diçe. Mêweya wê neyê dîtin, winda dibe. Hem, ku di rehetiyê de û di xefletê de be gelek zû diçe. Nexweşî wî sermayeyê te bi karên mezin mêwedar dike. Hem nahêle temenê te zû here, digre, dirêj dike, ta ku mêweyên xwe dan, paşê berdide. Eve gotineke pêşiyan a ku li ser devê xelkê heye ku îşaretî dirêjbûna temenî ya bi nexweşiyê dike: “Zemanê musîbetê dirêj e, zemanê kêfê pir kurt e.”

   DERMANÊ DUYEMÎN: Ey nexweşê bêsebr! Sebir bike, belkî şukir bike. Ev nexweşiya te her deqîqeyeka temenê te dixe şûna saeteke îbadetî. Ji ber ku îbadet du qism in. Yek îbadetê musbet e ku ew îbadetên tên zanîn ên wek nimej û niyazê ne. A din îbadetên menfî ne ku musîbetzede bi wasîteya nexweşî û musîbetan hejarî û qelsiya xwe hîs dike û penahî Xaliqê xwe yê Rehîm dibe, lavayan jê dike. Digihîje îbadeteke xalis û bêriya û manewî.   

   Belê, riwayetên sehîh hene ku temenê ku bi nexweşiyê derbas bibe, bi şertê ku ji Xwedê giliyê neke ji bawermendî re îbadet tê hesabê. Heta bi rîwayetên sehîh û keşfên sadiq sabite ku deqîqeyeke nexweşiya hin nexweşên sebirker û şukirdar dikeve şûna saetek îbadetî û deqîqeyeke nexweşiya hin mirovên kamîl dikeve şûna rojeke îbadetî. Ji wê nexweşiya ku deqîqeyeke temenê te dixe şûna hezar deqîqeyan û temeneke dirêj bi te dide qezenckirin giliyê meke, spasiya wê bike.

   DERMANÊ SÊYEMÎN: Ey nexweşê bêtehemul! Heçî hatî vê dinyayê bêetlehî diçin û xort kal dibin û daîmî di zewal û fîraqê de digindirin; eva hanê şahidê wê çendê ye ku mirov nehatiye vê dinê, da keyfê bike û xweşiyê bibîne. Hem mirov ku mukemeltirînê candaran e û yê herî biqîmet e û ji hêla cîhazan ve dewlementirîn e û sultanê candaran e, lê ji ber fikirkirina wî ya xweşiyên raboriyê û belayên îstiqbalê, jiyaneke ku nîsbet heywanan di dereceyeke xartirîn de û bi keder û bimeşeqet de dijî. Nexwe mirov nehatiye vê dinyayê da tenê hema rind bijî û temeneke rehet û bêxem derbas bike. Belkî ew mirovê ku di destê wî de sermayeyeke mezin heyî hatiye da bi wasîteya bazirganiyê ji bextewariya jiyaneke ebedî û daîmî re bixebite. Ew sermayeyê jê re hatî dayîn jî temen e.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat