Lem‘eya Bîst û Pêncemîn
Bîst û Penc Derman in
(Ji nexweşan re di cihê merhemekê, teseliyekê, reçeteyeke manewî, serdana nexweşan û ‘derbasbûyî be”yê de hatiye nivîsîn.)
Balkêşî û Uzirxwazî
Ev reçeteya manewî, hem ji hemû nivîsên me bileztir (Haşiye) hatiye nivîsîn, hem dijraberê hemûyan, wext çênebû ku em sererast bikin û lê diqet bikin, wek nivîsîna wê carekê tenê û gelek bilez di ber çavan de hatiye derbaskirin. Tê maneya wê çendê ku di rewşa reşnivîsa pêşî de, bêserûber maye. Da ku wan xatireyên ku bi awayekî fitrî ketîser qelb bi sen‘et û bi dîqetê xera nekin, me pêwistî nedît ku tetqîq bikin. Ew kesên bixwînin, taybet yên nexweş bila ji hin îbareyên naxoş an jî ji hin gotin û îfadeyên giran nexeyidin, bila bo jî min dua bikin.