Di serî de Rîsaleya Xwenixumandinê û Rêbera Xortan û Peyvên Biçûk bila ji dêl min ve dersê bidin xwîşkên min ên wek we bêguneh û bimbarek û wan biçûkên we yên ku wek ewladên min in.
Min seh kir ku we xwestiye ku ez di mizgeftê de dersê bidim we. Bes, digel perîşanbûna min, nexweşî û gelek esbab jî hene ku destûrê nadin vê rewşê. Min jî biryar da ku hemû xwîşkê xwe yên ku vê dersa min a ku min ji we re nivisandiye bixwînin û qebûl bikin wek şagirdên Nûrê têxim di nav hemû qezencên xwe yên manewî û duayên xwe de. Eger hûn ji dêl min ve Rîsaleê Nûrê qismen bi dest bixin û bixwînin yan jî guhdarî bikin, wê demê li gorî qaîdeya me, hûnê bibin behredarê qezencên manewî û duayên hemû şagirdên Nûrê yên birayê we.
Min ê niha hê jî binivisiya, bes ji ber ku ez gelek nexweş im û gelek zeîf im û gelek extiyar im û gelek wezîfeyên mi ên wek teshîhatê hene, vî qasî min ev bes dît.
اَلْبَاقِى هُوَ الْبَاقِى
Birayê we yê hewcedarê duayên we
Seîdê Nûrsî
***