Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

deqîqe zewqa sefahetê di dinyayê de jî wê heşt mehan barekî giran di zikê xwe hilgire û wê heşt salan bikeve meşeqeta terbiyeya wê zaroka bêkes, ji ber wê nagihê zilaman, sed qatî zêdetir cezaya xwe dikêşe.

   Ev bûyerên bi vî rengî, ku ne kêm in, nîşan didin ku taîfeya bimbarek a jinan wek çawa ji aliyê fitretê ve jêderka exlaqê bala ye, her weha di guneh û sefahetê de ji boyî zewqa dinyayê qabiliyeta wan jî di hukmê neyînê de ye. Nexwe wana çeşîdeke mexlûqên bimbarek ên mexsûsî wê çendê ne ku di nav daîreya terbiyeya Îslamê de, jiyana malbateke bextewar derbas bikin. Bila bimirin ew komîteyên ku van bimbarekan îfsad dikin! Xwedê van xwîşkên min ji şerê van serseriyan biparêze, amîn!

   Xwîşkên min! Ez gotineke xwe ya mehrem ji we re dibêjim: Ji dêl ku ji boyî derdê debarê hûn têkevin di bin pêkutiya zilamekî serserî û bêexlaq û fernk-meşreb de, bi wê îqtîsad û qeaeta ku di fitreta we de ye, wek çawa jinên bêguneh ên gundî ji bo ku debara xwe bikin kar dikin, hûn jî wekî wan hewl bidin ku hûn îdareya xwe bikin, hewl nedin ku hûn xwe bifiroşin. Eger zilamekî ku ne munasibê we ji we re bibe qismet, hûn li qismetê xwe razî bin û qinyatê bînin. Înşellah wê bi razîbûna we û bi qinyata we ew jî îslah bibe. Yan na, wek ez niha seh dikim hûnê ji boyî berdanê serî li dadgehan bidin. Ev jî ne layiqî heysiyeta Îslamê û rûmeta netewaya me ye.    

   Nukteya Sêyemîn: Xwîşkên min ên ezîz/ezîze! Bi qet‘î zanibin ku di zewq û lezetên derveyî daîreya meşrû’ de deh dereceyan ji wan zêdetir elem û zehmetî hene; Rîsaleê Nûrê bi sedan delîl û bûyerên xurt ev îsbat kiriye. Tefsîlata wê ya dirêj hûn dikarin di Rîsaleê Nûrê de bibînin. Wek mînak: Peyvên Şeşemîn, Heftemîn, Heştemîn ên ji Peyvê Biçûk û Rêbera Xortan ji dêl min wê vê qinyata tam nîşanî we bide. Ji ber hindê qenaeta xwe bi keyfa ku di daîreya meşrû’ de ye bînin û qinyatê bînin. Ew sohbeta masûmane ya ku hûn di malên xwe de, bi zarokên xwe yên bêguneh re bikin, ji sed sînemayan xweştir e.    

   Hem bi qet‘î zanibin ku, di vê jiyana dinyayê de lezeta rasteqîn di daîreya îmanê de ye û di îmanê de ye. Û di her emeleke salîh de lezeteke me‘newî heye. Û Rîsaleê Nûrê bi sedan delîlên qet‘î îsbat kiriye ku di averêtî (delalet) û sefahetê de di vê dinyayê de jî elemên gelek biêş û nexweş hene. Herwekî ku di îmanê de dendikeka bihiştê û di averêtî (delalet) û sefahetê de dendikeka dojehê heye; min bixwe bi gelek tecrûbeyan û bi hedîsan eynelyeqîn dîtiye û di Rîsaleê Nûrê de ev heqîqet bi dubare hatiye nivîsîn. Ketiye destê engirok û îtîrazkerên herî dijwar de û hem ehlê wuqûfê hem dadgehên fermî nekaribûne wê heqîqetê bişkînin (cerh bikin.)

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat