Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Jiyana wê malbata ku di bin terbiyeya medenî ya vî zemanî de ku piştî kulfetiyeke demkî ya wek heywanan bi jiheveqetîneke ebedî re rû bi rû dimîne, belê ew malbat ji hîmê xwe xera dibe.    

   Hem di parçeyeke Rîsaleê Nûrê de hatiye gotin ku: Ew zilam bextewar e, yê ku ji bo ku kulfeta xwe ya ebedî winda neke jina xwe ya salîhe teqlîd dike, ew jî salih dibe. Hem ew jin bextewar e ya ku zilamê xwe dîndar dibîne, ji bo ku dostê xwe û hevalê xwe yê ebedî winda neke ew jî tam dîndar dibe, di nav bextewariya dinyayê de bextewariya axretê jî qezenc dike. Bextbireş e ew zilamê ku li pey jina xwe ya ku ketiye sefahetê de diçe, ji bo destjêberdana wê hewl nade, ew bixwe jî beşdar dibe. Bextbireş e ew jina ku li gunehê (fisqa) zilamê xwe dinêre, bi awayekî dî wî teqlîd dike. Weyl li wî mêrî û li wê jinê be ku ji bo ku hevûdu biavêjin nav êgir de alîkariya hev dikin. Yanî hevdu teşwîqî fanteziya medeniyetê dikin.    

   Va ye maneya cumleyên di vê mealê yên Rîsaleê Nûrê de ev e ku: Vî zemanî sedema bextewariya dinya û axretê ya malbatê û sedema înkîşafa xûyê ‘ulwî ên di jinan de tenê bi adabên Îslamiyetê yên di daîreya şerîetê de dibe. Niha di jiyana malbatê de mijara herî girîng ev e ku: Ku jin di zilamê xwe de xerabî û nedilsoziyê bibîne, ew jî di rikê wî de dilsozî û ewleyiya ku wezîfeya malbatî ya jinê ye xera bike, eynen wek xerabûna îtaeta di leşkeriyê de, wê fabrîqeya jiyana wê malbatê serobino bibe. Jinek heta ji destê wê bê divê hewl bide ku kêmasiyên zilamê xwe îslah ke, da ku wî xilas ke. Yan na, ku ew jî bi rût û tazîbûnê hewl bide ku xwe nîşanî xelkê bide û xwe bi wan bide hezkirin, wê ji her aliyî ve zererê bibîne. Ji ber ku yê dest ji dilsoziya rasteqîn berde dê cezayê xwe bibîne. Çunkî fitreta wê ji nezera nemehremî ditirse, dileng dibe û xwe dide alî. Ji nav bîst zilamên nemehrem, ji nezera hejdeyên wan dilgiran dibe, ji nêrîna wan aciz dibe. Lê heçîka mêr e, ji sed jinên nemehrem, tenê ji yekê dilgiran dibe, ji nezera wê aciz dibe. Jin wek çawa ji wî aliyî ve ezabê dikêşe, her weha dikeve bin tohmetkariya bêsedaqetiyê jî, ji ber hejariya xwe nikare heqê xwe biparêze.

   Welhasil: Wek çawa jin di lehengî û îxlasê de ji hêla şefqetê ve naşibihin zilaman, zilam jî di wê lehengiyê de nagihin wan, wisa jî ew jinên bêguneh jî di sefahetê de, ji çû aliyan ve nagihin zilaman. Ji ber wê çendê bi fitreta xwe û bi xulqiyeta xwe ya hejar gelek zêde ji nemehremî ditirsin û xwe mecbûr dibînin ku xwe di bin çaşevê de veşêrin. Çunkî eger zilam ji boyî heşt deqîqe zewq û lezetê bikeve sefahetê wê qasî heşt lîreyan xisara wî bibe. Bes, jin wek cezayê heşt

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat