Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Niha, ji terbiyeya Îslamê û ji emelên axretî esasa herî giranbuha û herî pêwist îxlas e. Di lehengiya ku di vê cûreya şefqetê de ye de îxlasa rasteqine heye. Eger ev herdu xal di wê taîfeya bimbarek de înkîşaf bikin, di daîreya Îslamê de wê bibe sedema seadeteke gelek mezin. Halehal lehengiya zilaman nabe ku bê berdêl be, belkî ji sedan aliyan ve berdêlê dixwaze. Qe nebe şan û şerefê dixwazin. Lê, çi heyf ku taîfeya jinan a bimbarek a reben ji bo ku xwe ji xerabî û pêkutiya zilamên zordest xilas bikin, di awayekî din de, di çeşîdeke din a ji hejarî û bêhêziyê de dikevin durûtiyê.

   Nukteya Duyemîn: Îsal dema ez di înzîwayê de bûm û min xwe ji jiyana civakî vekêşabû, li ser xatirê hin xwîşk û birayên xwe yên Nûrcî min li dinyayê nêrî. Min ji piraniya dostên xwe yên ku bi min re hevdîtin pêk anîne, giliyên derbarê jiyana malbata wan de seh kir. Min got “Heywax! Parêzgeha mirovî, memaze ya musilmanî û çeşîdeke bihişta wî û dinyayeke wî ya biçûk, jiyana malbatî ye. Îca ev jî xera dibe? Ez li sedema wê geriyam. Min zanî ku, wek çawa ji bo ku zererê bidin jiyana civakî ya Îslamê û bi vê ve girêdayî zererê bidin dînê Îslamê û xortan ji rê derxînin û xortan bi hewesatên xortaniyê sewqî sefahetê bikin du komîte dixebitin. Eynen wisa jî min hîs kir ku ji bo ku qismeke xafil a ji taîfeya jinên reben jî sewqî riyên xerab bikin yek-du komîte, di bin perdeyê de bi awayekî xurt dixebitin. Û min zanî ku ji wî aliyî ve derbeke bidehşet tê vî miletê Îslamê. Ez jî ji we xwîşkên xwe re û ji we ewladên xwe yê manewî yên cuwan re bi awayekî qet‘î beyan dikim ku:

   Wek bextewariya axretî ya jinan, bextewariya wan a dinyayî jî û çareya tekane ya ku fitreta wan a ulwî ya di fitreta wan de ye ji xerabûnê xilas bike terbiyeya dînî ya di Îslamê de ye; ji wê pê ve nînin! Hûn seh dikin ka li Rûsyayê ew taîfeya belengaz ketine çi rewşê. Di parçeyeke Rîsaleyê Nûrê de hatiye gotin ku:    

   Ew merivê ku hişê wî li serê wî be, muhbet û hezkirina hevjîna xwe li ser husn û cemala wê ya fanî û zahirî ya pênc-deh salekê ava nake; belkî husn û cemala herî spehî û daîmîtir a jinan, husna sîreta wan a mexsûsê bi şefqet û jinbûna wan ve ye; divê hezkirina xwe li ser wê ava bike. Da ku ew reben hinde pîr bibe hezkirina zilamê wê jê re dewam ke. Çunkî kulfeta wî ne ku hema kulfeteka alîkar a demkî ya di jiyana vê dinyayê de tenê ye, belkî ji ber ku di jiyana ebedî de hevaleke wî ya jiyanê ya ebedî û şîrîn e, hinde extiyar dibin divê hê bêhtir hurmet û merhemetê ji hev re nîşan bidin û ji hev hez bikin.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat