Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

zarokê ketiye xetereyê û hewl dide ku ji hebsa dinyayê rizgar bike, lê ketina hebsa dojehê danane li ber çavê xwe. Tam dijê wê şefqeta fitrî ew zaroka bêguneh ji dêl ku li axretê jê re bibe mehdervan, wê dike dozdar. Ew zarok wê bêje “Çima te hê îmana min teqwiye nekirî tu bûyî sedema helaketa min” û wê gilî bike. Ji ber ku di dinyayê de jî terbiyeya Îslamê tam nestandiye, li hemberî wê şefqeta xarîqe ya dayika xwe de nikare muqabeleyeke layiq bike, a rast jî wê gelek qusûran bike. Eger şefqeta rasteqîn neyê sûîstîmal kirin û bi raza wê şefqetê hewl bide ku wê zaroka xwe ya belengaz ji dojeha ku hebsa ebedî ye û ji “mirina di delaletê de” ku îdama ebedî ye rizgar bike, mislê wan hemû xêrên ku wê zarokê kirine dikeve deftera emelê diya wê, ji ber hindê, piştî wefata diya wê her demê bi xêrên xwe nûrê ji giyanê wê re dişîne, wisa jî, li axretê ne ku bibe dozdar, wê bi hemû rûh û canê xwe ve jê re bibe mehdervan û di jiyana ebedî de wê jê re bibe zarokekî bimbarek.    

   Belê seydayê yekemîn ê mirovî û mamosteyê wî yê herî bandordar diya wî ye. Bi vê munasebetê ez maneyeke qet‘î ku her demê ez di şexsê xwe de hîs dikim, beyan dikim: Ez di vî temenê xwe yê heştêsalî de, tevî ku min ji heştê hezar kesan ders standiye jî, ez sond dixwim dersa herî bingehîn û qewîn ew telqînat û ders in ku min ji diya xwe ya merhûme wergîrtine ku her demê her wekî nû dikin, ku ew dersana di fitreta min de heçko di wicûda min a madî de wek dendikan bi cî bûne. Ez eynen dibînim ku ew dersên min ên dî li ser wan dendikan ava bûne. Nexwe her yek ji wan ders û telqînatên diya min a merhûme yên di yeksaliya min de bo fitreta min û giyanê min, niha di wan heqîqetên mezin ên ku ez di heştê saliya xwe de dibînim de dendikeka esasî muşahede dikim.    

   Bi Kurtî: Ez yeqînen dibînim ku şefqetlêkirina ku ji wan çar esasên muhîm ên meslek û meşreba min in û şefqet û merhemetkirina ku di Rîsaleê Nûrê de heqîqetên herî mezin in, min ji kiryar û halê diya xwe ya şefqetdar û ji dersên wê yên me‘newî wergirtiye. Belê, eger şefqeta dayikatiyê ya ku vê îxlas û vê fedakariya rasteqîn hildigre bête sûîstîmalkirin û axreta wê zaroka bêguneh ya ku wek gencîneya elmasê ye neyê fikirkirin û rûyê bêguneh ê wê zarokê bide dinyayê ya ku di hukmê şîşeyên fanî yên demkî de ye, û bi vî awayî şefqet jê re were nîşandayin; ha ew sûîstîmala wê şefqetê ye. Belê, canfedaiya jinê bi saya vê şefqetê, ku qehremaniya xwe bêyî xwestina ucret û berdêlekê û bêyî faydeyeke şexsî û bêyî riyakariyekê dike, ev yeka jê re îsbat e ku; mirîşkeka xwedanê numûneyek herî biçûk ya vê şefqetê, ji bo ku çêlika xwe rizgar bike êrîşî şêr dike û canê xwe feda dike.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat